PKKê astenga herî mezine di rêya avakirina yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê de..!
Guhertinên li Suriye çêbûyîn bala cihanê û herêmê daye Suriye û rojavayê Kurdistanê. Heta niha di rojeva siyasî ya tevgera Kurd de jî pirsa Suriye û bi vê yeke ve girêdayî pirsa rojavayê Kurdistanê di sere hemû xalan de ye. Ji ber ku bi awayekî çarenûsek nû ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê tê destnîşankirin. Ji aliyek din ve rewşa PKKê di vê pêvajoyê ve girêdayî tê guhertin. Ev yek jî dê bandora xwe li hemî beşên Kurdistanê bike.
Her kurdek bê îstisna behsa pêwistiya yekitiyekî di nava hêzên siyasî li rojavayê Kurdistanê de dike. Lê gelo dema behsa yekitiyekî tê kirin rewşa heyî û dema bûrî kar û xebatên ji bo yekitiyekî hatîn kirin berbi çav digirin yan na? Gelo tu cara behsa esasek ku yekitiyek li ser çêbe dikin yan na? Ji aliyek din ve behsa astenga bingehîn di rêya yekitiya di nava kurdan de dikin yan na? Di serî de kêmasî dema aliyên siyasî behsa van hersê xalên sereke nekin û hema bejin divê yekitiyek di nava kurdan de
li rojavayê Kurdistanê de çêbe nabe û ew kes di vê pirse de ne cidîne û tene daxwazekî popülist bînin rojeve. Kesayetek , siyasetmedarek , aliyek siyasî û her insanê behsa rojavayê Kurdistanê bike û rastiya heyî nebine tişta ku dibêje tene ji bo propagandeyel erzane û valeye.
Ji berî her tiştekî çewe behsa beşên din yên Kurdistanê tê kirin gerel li rojava
jî navê vê herêmê lê bê kirin. Siyaseta çewt û ne Kurdistanî ya PKKê di çerçoveya planekî de navê Kurdistanê li rojava bi karneanî û navê Kurdistana Rojava tene kir Rojava
. Her aliyek behsa yekitiya kurdan li rojavayê Kurdistanê bike divê ji berî her tiştekî vê serast bike û navê Kurdistanê bi kar bîne û bi vî awayî reda siyaseta PKKê bike.
Li rojavayê Kurdistanê 3 cara Peyman( HEwlêr 1, Hewlêr 2 û Dihok) di çavderiya serok Barzanî de navbera ENKSê û PYDê de hatin îmzekirin , lê tu cara li ser erde van peymana jiyan nedît. Gelek girînge ku, ev yek bê axavtin.
PKK li rojavayê Kurdistanê şerê azadiya Kurdistanê nekiriye. Dema mirov vê îdiaya hane bike, elbet şerê azadkirina Kobanê û hinek deverên Kurdistanê şerê li dijê DAÎŞê tu cara nayê ji bîrkirin. Ew yek jî bi arîkarî û pişgiriyek bi hêz ya Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin. Ji xwe destpêkê de eger ew rihê azadkirina Kobanê di nav kurdan de bihata parastin belkî îro me behsa van tiştan jî nekira.
Rejima Esad, Îran û Iraqê bi biryarek hevbeş rojavayê Kurdistanê radestî çekdarên PKKê kirin. Ji aliyek din ve hêzek bi navê HSD bi pişgiriya Amerikayê hate avakirin û Mazlum Ebdî bû fermandarê vê hêzê. Ev hêz ji kurda, ji ereba û Suryaniyan pêkhat. Erkê vê hêzê bi tene li dijê DAÎŞ û di insiyatifa Amerikayê şer kirin bû. Yanî wek eskerên bi pere yên Amerikayêne. Çekên wan, miaşên wan, perwerdekirina wan û hemû pêwistiyên wan ji aliye Amerikayê ve tê dabin kirin.
Îro astenga herî mezin di rêya yekitiyek di nav mala Kurd de siyaseta PKKê ye. Aliyên doza yekitiyekî dikin divê ewilê behsa vê bikin û ji bo rakirina vê astenga sereke xwedî helwestbin.
ENKS di vê derbarê de divê xwedî biryarbe û bi istikrar tevbigere û siyaseta xwe vekirî beje. Veca ya din dimîne terciha PYDê.
Eger Esad bimîna li ser rejime û opozisyon têkbiribiya, dê HSD bi daxwaza Rusya jî tevlî artêşa rejima Esad bibûya. Îro jî ew ne ji bo yekitiyek di nava mala Kurd de ,lê ji bo cihekî peydabikin û dema Amerika xwe vekişîne tevlî Artêşa Suriye ya ji nû ve bê avakirin bibin.
Roja 21.12.2024ê Mazlum Ebdî li gel kanala Fransa ya 24ê hevpeyvînek kir.
Ebdî dibêje: “Em daxwaza herêmeke federal ji Sûriyê nakin, belku daxwaza Sûriyeke yek parçe dikin.” Fermandarê HSDê eşkere kir ku ew dixwazin hêzên wan bibin beşek ji artêşa nîştimanî ya Sûriyê ger li demê pêş de bê ava kirin, “Wê dema ku HSDe jî hat ava kirin, me wê demê jî got ku divê ew hêz bibe beşek ji hêzên nîştimaniya Sûriyê.”
Başe dema Ebdî vê axavtinê dike dê ji bo yekitiyekî di nava mala Kurd de li rojavayê Kurdistanê bi çi awayî tevbigere? Heta di nava aliyên Kurdistanî de yekitiyek nebe û ne bi yek dengî li gel Şamê bidin û bistînin, her dê bibin dîlê siyaseta desthilata Suriye li dijê daxwazên miletê Kurd.
Bawer bikin li gel hemû tehrîbat, xirabî û îşkenceyên desthilata PKKê li rojavayê Kurdistanê kirî jî, eger îro PYD û rêxistinên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên girêdayî PKKê daxûyaniyekî bidin û reda PKKê bikin û PKK ji dil devera vekişe, dê cih de yekitiya Kurda li rojavayê Kurdistanê de bê avakirin.
23.12.2024
Nêrîn/Şirove
N.Firat