Nivîsar

PKK û YNK şerê xeta netewî dijwar dikin

Eve demeke li Kurdistanê hinek hêz û partiyên siyasî şerê xeta netewî dikin. Taybetî vê dema dawî ku serokê Kurdistanê behsa ragihandina dewleta Kurdî dike, ne rihetiyek mezin di nava aliyên kurdên ne netewî û pirsa kurd pirsa entegrasyonê dibînin de peyda dibe.

Şerê vê xeta siyasî ku li dijê xeta netewiye, PKK dikişîne û YNK jî hevalbendek vê xetê yê stratejîk e.

Dema behsa serxebûna Kurdistanê tê kirin ev hêzên hanê divê li dijê vê yekê tiştek din peyda bikin rojeva siyasî biguherin.

PKKê li Rojavayê Kurdistanê kolandina xendekan kir di rojevê de û rojane di medya xwe de di vê derbarê de nûçeyên derew belav dike û zarok û hinek jinên  nezanan tînin ser televizyona û tenê ku di derbarê serokê Kurdistanê de gotinên xirab bêjin. Cihê vê yekê di etîka siyasî de tuneye.

Ji aliyek din bi navê hunermend û rojnemevaniyê hinek Kemalistên Tirk dibin rojava û dikin malzemeyek qirêj ji propaganda xwe.

Ji berî çendekî berpirsek YPGê li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyek ya xwe de got: Me DIAŞ qedand niha dora PDKê ye.

YNK bi medya xwe pişgiriya vê prosesa qirêj dike. Li himber vê yekê Medya ku li ser PDKê ve tê hesabandin jî bê hemdê xwe gelek caran rê ji van propagandeyên qirêj re vedike. Bersiva van îdiayên derew nade û rê jî li wan kesên ku bikaribin bersiva wan bididn digre. Ev ne rexneyeke ji bo medya PDKê. Lê pirsek tê holê gelo jo bo çi?

Niha li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên bajarvaniyên Kurdistanê çêdibin. Herweha hilbijartinên parlementoya Iraqê têne kirin. Di van hilbijartinan de PKK vekirî pişgiriya YNKê dike. Em vê siyaseta  PKK/YNK fam dike ji ber ku serkaniya vê siyasetê yek e.

Herweha eve 6 mehin hukumeta Kurdistanê ji bo helwesta YNKê nayê damezirandin. Di vê prosesa tevlîhev de ev alî hewl didin ku hinek pravakasyona bikin ku rewşa aram têk bidin. Êrîşa li Silimaniyê ser avahiya PDKê hewldanek ya pravakasyonên vî cureyî ye.

Di vê derbarê de serokê hukumeta Kurdistanê bala hemû aliyekî kişand û da xuyakirin ku kesek nikarê vê rewşa aram têk bide.
Ev tiştên dibin hemû plankirîne lê sernakevin û dê xeta netewî serbikeve.

Niha BDP xwe fesih dike û tevlî HDP dibe, PKK naxwaze ev bûyer bite gotubêj kirin. Ji ber ku armanca tevlîbûna BDPê ya HDPê kifşe. Gelek parlementer û endamên BDPê ji vê yekê nexweşin. Lê gelo dê bikaribin helwestekî li dijê vê yekê deynin yan na. Ev pirsek girîng e.

20.4.2014
Dara Bilek

Back to top button