ENKS: Girtina deriyê Sêmalka nabe

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PYDê ve derêxistina endamên PDKSê ji Kurdistana Rojava daxuyaniyek belav kir.

ENKS Dd daxuyaniya xwe de dibêje ku, deriyê Sêmalka di navbera Kurdistana Rojava û Başûr de cihê çûyinhatina bi dehê hezaran kurd e. Nabê PYD girtina vî deriyî wek kozek siyasî bi karbîne.

Di derbarê girtin û derxistina endamên PDKS de jî dibêje: “Dûrkirina endamên PDK-Sê bi zorê ji aliyê YPG û asayişa girêdayî PYDê ve, li dijî hemû prensîp û rênemayan e û ziyanê digihîne hewlên ku ji bo yekrêziya Kurdan tên dayîn”.

Herweha ENKS bangê Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir û got:Nabê van bûyeran piştguh bikin. Vegre rêya diyaloka avaker da ku her du encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li ber yekîtiya helwest û rêzan kar bikin.

Nerîna min :