Polîtîk

Dewleta Tirk rê neda Îsmaîl Beşikci biçe Amerika

Civaknasê navdar Îsmail Beşikci ku bi niyaz bû ji bo beşdarîkirina konferansekî li ser Kurd û Kurdistanê serdana Amerikayê bike, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rê li ber hate girtin û nehiştin li firokxaneyê siwar bibe û biçe Amerika.

Di vî derbarê de Ahmet Onal ku yek ji xebatkarê Waqfa Ismail Beşikci ye ragihand ku Beşikci vizeya Amerikayê jî wergirtibû lê belê li Firokxaneyê de gotin Amerika nahêle hûn biçin wir û konferansekî saz bikin. 

Her wiha da zanîn ku Ismail Beşikci û Serokê Weqfa Ismail Beşikci li ser vexwendina saziyên sivil û zanîngehan xwestibûn biçin Amerika û konferansek li ser doza Kurd û Kurdistanê pêşkêş bikin.

Hêjayî gotinêye ku Beşikci piştî serdana xwe ya Kurdistanê li Swêd, Fransa, Britanya û çendîn welatên din konferansên di derbarê Kurdistanê de saz kiribûn.

 

 

Back to top button