Polîtîk

PKK û Heşda Şebî li himber Pêşmerge bi hevre kar dikin

Berpirsê PDKê li Şingalê Wehêd Bakozî dibêje, çekdarên PKKê û milîsên Heşda Şeibî li dijî Hêzên Pêşmerge alîkariya hev dikin.Ev demek e ku li Şingalê hevahengiya di navbera PKK û Heşda Şeibî de zêde bûye û berpirsên Iraqê jî dibêjin ew pêwendî ji bo riyên leşkerî ne.Derbarê wan pêwendiyan, Wehîd Bakozî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK û Heşda Şeibî hewl didin ku riya di navbera Şingal û Sûriyê de vekin, da ku çekan di wê riyê de bibin Sûriyê û bînin.”Bakozî di wê baweriyê de ye ku PKK û Heşda Şeibî pilaneke dewleteke navçeyê cîbicî dikin, da ku bi riya PKKê Heşda Şeibî bighê heta milîsên Hizbulaha Lûbnanê, nexasim ku niha Hizbulah û DAIŞê jî rêkeftin kirine ku terorîstên DAIŞê li ser sînorê Iraqê bicîh bibin.”Wî berpirsê PDKê wiha got: “Heşda Şeibî rêkeftinên xwe ligel Hêzên Pêşmerge binpê kirine û bi alîkariya PKKê pilanan li dijî Pêşmerge datînin.” 

Back to top button