Civak

PDK-T referandum ji aliyê aborî ve nirxand

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK-T di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de li Diyarbekir civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate amajekirin ku dê Kurdistaneke serbixwe ji bo aboriya Tiirkiyeyê jî encamên baş bi xwe re bîne.Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK-T Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê aborî ve nirxand. Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T’ê Ata Şahîn amaje kir ku bazirganiya di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê di asteke baş de ye û bi Kurdistaneke serbixwe dê baştir bibe. Şahîn da zanîn ku ew kesên dibêjin dê deriyê sînorî were girtin ji rastiyê dûr in û planeke wiha li cem Tirkiyeyê tine ye.Yek ji Cîgirên Serokê Giştî yê PDK-T’ê Veysî Ekmen jî da zanîn di nava 6 mehên pêşî yên 2016 de bazirganiya Kurdistan û Tirkiyeyê 4 milyar dolar bû û ev yek di 6 mehên pêşî yên 2017’ê de gihîştiye 5 milyar dolaran û %20 zêde bûye. Rêveberên PDK-T’ê amaje kirin ku “Serxwebûna Kurdistanê dê ne tenê ji bo kurdan, dê ji bo birayên me yên Tirk jî baş be.Bas  

Back to top button