Polîtîk

Li Kurdistana Rojhilat xwepêşandan berdewamin

Rojane Kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve têne kuştin.Herî dawî cardin du kolberên kurd ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin.Li himber vê yekê li bajara Banê kurda xwepêşandanek kir û ev bûyer şermezar kirin. Polis û hêzên ewlehiyê êrîşê xwepêşandanên kurd kirin û gelek kes birîndar bûn.Lê xwepêşandan nesekinînîn. Li bajarên din yê Kurdistana Rojhilat wek Merîvan, Serdeşt, Sakiz û Pîranşehrê jî xwepêşandan tên li darxistin.Partiya Demokrata Kurdistana Îranê di daxûyaniyekî de ragihand ku ew pişgiriya van xwepêşandana dikin.Ji aliyek din ve Raportera taybet ya Netewên Yekgirtî bo pirsên mafên mirovan li Îranê Asma Cihangîr di raportekê de dibêje: “Desthilatdarên Îranê di binpêkirina mafên netewan de berdewam in û tenê di pênc mehên destpêkê yên sala 2017an de, zêdetir ji 30 kolberên Kurd bi guleyên rasterast yên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin û 90 kolberên din jî birîndar bûne.

Back to top button