Polîtîk

PKK: Îdia şerê psîkolojîk e

Hewlêr – Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu, axaftina telefonê ku tê îdiakirin di navbera sertegmen û yarbayekî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de derbas bûye û di axaftinê de ji bo PKK’iyan dibêjin “mirovên me” wekî “derewa şerê psîkolojîk” nirxand.

heron drone typeKarasu ku ji bo malpera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê re nirxandin kir, derbarê nûçeya ku rojnameya Bugunê anîbû rojevê de wiha got:

“Bi beralîkirina MÎT’ê, rojnameya Bugunê nûçeyek diweşîne. Rojnameya Tarafê û çapemeniya din a alîgira AKP’ê, rojnameta Bugunê çavkanî nîşan didin û hewl didin ku derewa şerê psîkolojîk meşrû bikin. Aqil heye îzan heye. Her kes dizane ka vê artêşê, darazê û şerkerên şerê qirêj çi dike ji kesên silavê jî didin PKK’ê. Eger tiştekî wisa pêk bihata, ew leşker dê bi îdamê bi îxanetê bihatana darizandin û cezayê îdamê bistandana. Eger dadgehên leşkerî niakribin vê bikin, nexwe tê wê wateyê ku artêş hemû di nava
Xanetê de ye. An artêşa tirk wisa ye an jî ev nû çe bi temamî derew e.”

Mustafa Karasu ku got rojnameya Tarafê jî ev demek e şerê psîkolojîk didomîne, got, “Artêş û dewleta kûr û Tevgera Azadiyê ya Kurd li heman ciyî nîşan dide û dixwaze ku bi şerê psîkolojîk bigihîje armanca xwe. Wekî tê zanîn cuntaya leşkerî a piştî 12’ê Îlonê hem rastgir hem jî çepgir daliqandin û kir ku di nava civakê de ji xwe re meşruiyetê çêke. Rojnameya Tarafê jî bi şerekî psîkolîj ê bi vî rengî, hewl dide têgihîştina dixwaze, biafirîne.”

Karasu ku diyar kir Ergenekonê şerê xwe yê rastîn li hemberî PKK’ê û kurdan kiriye, got, “Dixwazin hêza ku di hedefa kontrgerîla de û mexdûrê wê wekî pê re di têkiliyê de ye nîşan bidin; ev rêbazeke şerê psîkolojîk e.”

– ‘Di Artêşa Tirk de PKK tune ye’

Di vê navberê de, Berpirsê Karên Derve yê PKK’ê Ahmet Deniz di daxuyaniya da AKnewsê de got, “Nûçeyên bi vî rengî ku medyaya tirk dike welat pê mijûl bibe, bêbingeh in. PKK’î di nava Artêşa Tirk de nîn in. Dixwazin wekî têkiliya me bi Ergenekonê re heye nîşan bidin.”

Deniz got, “Di Artêşa Tirk de kurd hene. Lê îdiaya ku tê gotin ew e ku di Artêşa Tirk de PKK’î hene. Dixwazin bi vî rengî têkiliya me bi Ergenekonê re çêkin û PKK’ê li ber çavê raya giştî biçûk bixin.”

– Îdiaya cidî çi bû?

Rojanmeya Bugunê ku li Tirkiyeyê tê weşandin, di nûçeyeke ku pêr weşandibû de îdia kiribû ku “Di 10’ê cotmeha 2007’an de, ji telefona sabît a bi hejmara 388 XX X6 a li Enqereyê, serhengekî hewayî li telfoneke destan geriyabû û diyar kiribû ku balefirên bêmirov Heron tespîtên gelekî baş dikin, û zirareke mezin dide endamên PKK’ê yên zilamê wî ne.”

Li gorî nûçeyê serhengî xwestibû ku Heron bên xistin an jî koordînatên wan bên guhertin, û yê li hember jî gotibû, “Dê li çareyekê binêre.”

Rêxistina îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) a Tikriyeyê ku axaftin tespît kiribû, ji bo tiştê pêwîst bê kirin, mijar ragihandibû Fermandariya Hêzên Bejayî û wê demê Fermandarê wê Serfermandarê Tirkiyeyê yê niha Îlker Başbug bû. Başbug jî di 28’ê cotmeha 2007’an de fermana lêkolînkirina mijarê dabû.

Di encama lêpirsîna li her du serhengên bi telefonê axivinî hatibû vekirin de, dadgehê tu biryar nedabû.

(AKnews)

Back to top button