Polîtîk

Bapîr: Xewne jinek bibe emîra Komelê

Emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr diyar kir ku wan di kongreyê de plan bo 4 salên dahatî darêştiye û tekez kir ku xevne jinek bibe Emîra Komeleya Îslamî.

Îro li avahiyê Modern Sîtî ya bajarê Hewlêrê di prekonferensekê de Elî Bapîr behsa hûrkariyên kongreya duyem a partiya xwe kir û wiha got, “Wekî berê di programa partiya me de hatiye divê 4 salan carekê kongreyê li dar bixin, lewma me kongreya duyem di dema wê de saz kir”.

Bapîr derbarê guherînên di kongreyê de wiha daxuyand, “Me sîstema kota bo jinan dana û jinek serket, dawî bi beşdariya jinan bi rêjeya ji sedî 10 hat, rengê ala komeleya Îslamî ji sipî ve bo pirtiqalî guherî, her wiha 1 li ser 3 serkirdayetiya Komel ya niha guherîn bi ser de hat”.

Derbarê egera bûna jinekê bi emîr yan pêşwaya Komelê Bapîr wiha destnîşan kir, “Xevne ku jinek bibe Emîr ya Pêşwaya Komela Îslamî, ji ber cesta û hesta wê nahêle di karan de serketî be”.

Li gor malpera AKnews Bapîr li ser topbaranên sinorên Herêma Kurdistanê jî axivîye û wiha gotiye, “Nabe em li ser pirsgirêka sinoran giliyê li Îran û tirkiyeyê bikin lê em bi baş dizanin ku ew welat rêyek din bigirin ber”, gilî jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku nekariye hevsengiyê rabigre.

Tê zanîn ku kongreya 2’ê ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê sibehiya roja pêncşemiya derbasbûyî li bajarê Hewlêrê destpê kir, di vê kongreyê de 700 endam beşdar bûn û 111 endam jî xwe bo serkirdayetiya vê partiyê namzed kiribûn ku di nav de 12 jin hebûn. Bi tenê yek jin gihîşte serokatiyê ew jî bi rêya sîstema kota yê.

Komeleya Îslamî sala 2001’an cudabûna xwe li Tevgera Îslamî ragihand, niha ew partî opozîsyon e û xwediyê 4 kursiyan di Parlamentoya Kurdistanê de ye, her wiha di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de 2 kursî bi dest anîn.

Back to top button