Polîtîk

Biden:Prosesa vekişandina me ji Iraqê nayê guhertin

Di vê derbarê de cihgirê serokê Amerîka Joseph Biden ji kanala ABC News a Amerîkî re ragihand, ku ew ji bo vekişîna hêzên xwe yên li Iraqê girêdayî rêkevtinnameya stratejîk a navbera Waşingtonê û Baxdadê ne.
 
Cihgirê serokê Amerîka Joseph Biden weha jî got, ku ew dê tenê 50.000 leşkerên xwe li Iraqê bihêlin û ev yek jî bandorê li ser rewşa asayiş û tenahîya Iraqê nake.
 
Joseph Biden herweha da zanîn, ku ew dê ji heyva Tebax a 2010-ê pê ve çelakiyên leşkerîyên xwe yên li Iraqê rawestînin û hêzên xwe yên li Iraqê ber bi paş ve vegerînin. Biden got, ku heger hukûmeta nû ya Iraqê jî nehêt pêkanîn, ew dê hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.
 
Cihê gotinê ye, ku hindek alîyên siyasî û çavdêrên rewşa Iraqê li ser wê bawerîyê ne ku Îran dixwaze pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê heta piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê bête paşxistin, da ku hukûmeteka bi dilê xwe û li gora siyaseta xwe li Iraqê pêk bîne.

Back to top button