Polîtîk

Konsolê Britanya li Hewlêr: Di sedsala bîstan da, me hez dikir Kurd bibe xwedî dewleta xwe

Konsolê Britanya li Hewlêr Jeremy Make, hez ji xwarinên Kurdan yên wekî dolme, serûpê û kofteye dike, û hez dike ku xelk jêra bibêje Mam Jeremy.

Konsolê Britanya li Hewlêr Jeremy Make, hez ji xwarinên Kurdan yên wekî dolme û serûpê û kofteye dike, û hez dike ku xelk jêra bibêje Mam Jeremy.

Konsolê Giştî yê Britanya li Herêma Kurdistan, di hevpeyvîneke taybet da li gel rojnameya Şerqulewsat behsa jiyana xwe ya siyasî û taybetî li Kurdistanê dike û bi kurtî jî di derbarê dîroka Kurdistanê de peyiviye.

Make ku nêzîkî 2 sale li Hewlêrê wekî Konsolê welatê xwe kar dike, wî gelek pê nexweşe ku karê wî yê li Kurdistanê biqede û terka Kurdistanê bike ku bi taybetî piştî wê dostaniya ku li gel hevalên xwe yên kurd pêkaniye. Lê belê wekî ku ew dibêje karê dîplomasiyê çûn û vegûhestina li nav welatan ve girêdayiye.

Konsolê Britanya, zaniyarî sebaret bi dîroka Kurdan heye û dizane ka çawa pêwendiyên di navbera kurd û welatê wî li destpêka salên bîstan de berev aloziyê çûne, ew jî dema hêzên Britanya li navçeyên kurdan ve Osmanî ji Anadolê dûr xistin. Ew wiha dizane ku sedema aloziya dabeşkirina Kurdistanê ya çar beşan ji aliyê Îngilîzan ve, vedigerê.

Ew dibêje: Ew dema Britanya ku dixwest kurd xwedî dewleta xwe b, lê belê kurtbînî û pêdagiriya kurd li çend bingeheke, Britanî neçar kir dest bi dabeşkirina mulkê Osmaniyan bike û beşî Kurd jî li wê beşkirinê da eve bû ku li ser Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê da dabeş bibe. Make wiha bawer dike ku niha pêwendiyên di navbera kurd û îngilîza berev qonaxekî baştir ve pêngavan davêje û bi mebesta zêdetir pêşveçûna wan pêwendiyan jî niha her du alî li hewla berdewamî dane.

Konsolê Britanya, li gel hevalên xwe yên Kurd serdana xwaringehên Kurdan kiriye û hez ji xwarina dolma, kofte û serupê dike, dixwazê hevalên wî jî jêra bibêjin Mam Jeremy.

Back to top button