Civak

Keça kurd beşdarî şampiyona beza cîhanî dike

Heftiya dahatî keça lîstikvana kurd ya qehremana welatên erebî û Asya Gulistan Mehmûd dê beşdarî şampiyona bezê ya cîhanê bike.

Endamê nivîsîngeha lijneya Olompiya Kurdistanê Ehmed Mistefa ji AKnewsê re wiha got, “Bo yekem car di dîroka herêma Kurdistanê de keçeke lîstikvan a kurd Gulistan Mehmûd, 24’ê vê mehê dê beşdarî şampiyona bezê ya welatên cîhanê bike ku li bajarê Montreal ya Kanadê dê bimeşe û dê 5 rojan dom bike”.

Mistefa wiha pê de çû, “Ev lîstikvana kurd dê wekî take lîstikvan nûneratiya Iraqê bike di gel rahênerê xwe Karox Salih û Ela Cabir wekî serokê şandê dê îro bi riya balefirxaneya Bexdayê biçin Kanadayê”.

Hêjayî gotinê ye ku şampiyona bezê ya welatên cîhanê, her du salan carekê li welatekê tê meşandin

Back to top button