Civak

Bûyera Herona berfireh dibe

Sala 2007-ê dema operasyon çêdibe leşker û çekdarên PKK-ê têne li himber hev û şer derdikeve. Heron(frokeyên bê insan) cihên çekdarên PKK-ê kifş dike û cihê wan dide baregeha leşkerî û ji baregehê jî koordinata didin helikopteran û ew jî li gora wê cihê ku çekdarên PKK-ê lêne didin ber gulan.

Di bûyerekî de efserê ku li baregehê berpirsiyare bi rêya telefone fermandarek yê xwe re kiset dike û dibêje: “ Heron cihê wan kifş dike û gelek zilamên me(behsa çekdarên PKK-ê dike) têne kuştin. Yan koordinatên Herona biguherin , yan jî wan bêxin erdê…“

Ev axavtina telefonî ji aliyê muxabaratên tirkiye ve(MIT) tê tesbît kirin û ji serfermandariya Tirkiye tê xwestin ku, lêpirsînek di derbarê van efseran de çêbibe. Hingê Ilker Basbug serfermandarên hêzên erdiyê û ew fermanê dide da ku lêpirsîn di derbarê van efseran de bête destpêkirin. Lê tu encam ji vê lêpirsînê dernakeve û dosya vê bûyerê tê girtin.

Van rojan ev bûyer piştî ku, şer geş bûyî û baweriyek peydabûyî ku di vî şerî de provakasyonên hêzin tarî wek Ergenekonê hene, cardin ev pirs ji nû ve kete rojevê û dosya hatî rakirin ji nû ve vebû.

Niha eşkere dibe ku hinek generalan jî, ji vê pirsê agahdarin û ew general bi xwe di doza Ergenekonê de hene û navên wan derbas dibe. Ev bûyer di sere rojeva Tirkiye de ye. Vê yekê ve girêdayî lêpirsînek nû destpêkiriye herkesek meraq dike ku, ka dê encama vê lêpirsînê çibe.

Back to top button