Federasyona Rêxistinên Nehikûmî li hemer topbarana sînoran piştevaniya hikûmetê dikin
Duhî Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê li nivîsgeha xwe ya li parlamentoyê pêşwazî li şandeyeke bilind a Federasyona Rêxistinên Nehikûmî yên Kurdistanê kir ku nûnertiya 110 rêxistinên nehikûmî yên li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û Mûsilê dikirin.
Di hevdîtinekê de Ednan Enwer Beg bi navê Federasyona Rêxistinên Nehikûmî yên Kurdistanê diyar kir ku ew piştgiriya damezraweyên, saziyên destûrî û yasayî yên herêma Kurdistanê dikin.
Ednan Enwer Beg diyar kir ku ew wek federasyon amade ne bi rêya xwepêşandanên cemawerî li hemberî êrîş û bombebaranên nav sînorê herêma Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin û kar ji bo demokrasî û çareseriya serdemiyane bikin.
Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê jî tevî ku spasiya helwesta wan a ji bo piştgirîdayîna dezgeh û damezraweyên destûrî û yasayî yên herêma Kurdistanê kir, amadebûna wan bo xwepêşandan û helwestwergirtinê di her demeke pêwîst de bi bilind nirxand.
Kerkûkî daxwaz ji Federasyonê kir ku di karên xwe de berdewam be û hewlên zêdetir ji bo bihêzkirina rêxistinên civaka sivîl bide. Hevdem Kerkûkî piştgiriya parlamentoya Kurdistanê bo hemû rêxistinek nîşan da ku peyrewa demokrasî, aştî û hevrejiyanê bike.
(KRG)