Polîtîk

Bucak: Di referandumê de bêjin erê

Tevgera Lêgerîna Kurdên Demokrat di derbarê referandumê de helwesta xwe dan kifşkirin. Serokê lêgerîna demokrat Sertac Bucak, li Diyarbekir konferansek rojnemevanî pêkanî û di derbarê guhertinên destûrê de têne kirin dîtinên xwe gihandin raya giştî.

Sertac Bucak di daxûyaniya xwe de got: “ Ya rast ew bû ku destûrek nû ya sivîl bihata çêkirin. Guhertinên di vê pakête de heyîn jî girîngin. Hêdî wê leşker  di dadgehên sivîl de bêne dadgehkirin û leşker bi keyfî nikarin sivîlan di dadgehên leşkerî de mehkeme bikin. Madeya 15-ê di destûrê de tê rakirin, ev yek rî vedikê ku generalên 12-ê îlonê bêne dadgehkirin…“

Bucak di berdewambûna axavtina xwe de rexne li helwesta BDP-ê girt û got: “ Mirov helwesta CHP û MHP tê digihe ku ji bo çi eniya diji guhertinê de cih digirin. Lê Helwesta BDP-ê nayê fam kirin. BDP guh nade dengê xelkê. BDP ji siyasetê direve.Pirsa demokrasiyê ne tenê ji bo kurdên Tirkiye ji bo kurdên hemî dinyayê girînge.“

Di dawiya daxûyaniya xwe de Bucak bang li xelkê kurd kir ku ew di referandumê de ji bo qebûl kirina paketa guhertinan dengên xwe kar bînin û bêjin erê.


Ev texta bangawaziya Lêgerîna Kurdên Demokrate:

Endamên Hêja yên Çapemeniyê

Pakêta pêşniyaza veguherandina Destûrê, li gora me, bersiva pêdivîyan nade. Ya rast; divê destûreke sivîl- demokratîk ku demokrasîyê û huqûqê bi Yekitiya Ewrupayê re misoger dike, bihête amadekirin. Desthilatdariya Partiya Dad û Pêşketinê (AKP), mixabin di vê mijarê de ew wêrekiya sivîl nîşan neda. Di destpêkê de gav avêt, di pey re çiv da xwe.

 Di gel hemî kêmaniyên pakêtê:

Ji ber, di warê têkbirina Destûra desthilatdariya leşkerî ya 12 Îlonê de, pêngaveke gring e,
Ji ber, rejima dewletê ya wesayetkar, ya ku Destûra 12 Îlonê piştgiriya wê dike, dê brîndar bibe,
Ji ber, hemî guherandinên demokratîkbûnê ji bo me grîng in û em xwe piştgirê wan dibînin,
Ji ber, Miletê Kurd di rêza yekê de ziyandîtiyê polîtîkaya dewletê ye ku 86 sal in berdewam dike.
 Em di destpêkê de bangî Gelê xwe û bangî herkesî dikin ku dengê ERÊ bidin dengdana gel ya ji bo Pakêta Pêşniyaza Veguherandina Destûrê ku di 12 Îlona 2010an de, dê pêk were.

 Dadrêzî, ji sê pêyên dûzana wesayetkar pêyek e. Destûra 82an, rêya dadrêzî bibe çavkanîya wesayeta polîtîk, saz kir. Ji bo têkbirina dûzana wesayetkar, veguherandina di dadrêzîyê de pêwîst e. Ji ber vê yekê, di navênda Pakêta pêşniyaza veguherandina Destûrê de, cîhgirtina şkenandina wesayetkariyê rast e.

 Dadrêziya Bilind li pêşberî bipêşketinên demokratîk de, bûye astengiyek e gran. Ji bo demokratizebûnê, nebûna vê astengîyê pêwîst e. Danberrûyên desthilatdariyê ya li hemberî bipêşketinan dê bi rakirina vê astengîyê ji ortê rabe. Pertavên pêvajoya endametiya YE jî dê geştir bibe.

 Girtin û binçavkirinên ne li rê, îşkence û azardana sîstematîk, kujtinên kujdardîyar, berdarkirin, hovîtiya di girtixaneyên Diyarbekirê de, di gundan de civandina xelkê ya bi darê zorê, pîsî bixwarindan, cîhêlkirina bi zorçoyî, devjixwendinê berdana xwendekaran, berhemên bi saya xala 15an ya destûra 82an e. Bi rabûna vê xalê rêya darizandina berpirsiyarên 12 Îlona 1980 vedibe.

Pakêta pêşniyaza veguherandina Destûrê, di qada kar û xebatê de, di gel kêmasîyên xwe, rêya hilbijartina sendîka ya bi dilê xwe, ji xebatkar û karkiran re mafê peymanên bi tevayî, mafê mangirtin û grewê, yê devjikarberdan û kar rawestandinê nas dike. Herweha sîstema ombudsmaniyê, mafê serlêdana kesan ya dadgeha Destûrî û ji jin û salbiçûkan re mafên erênî yên vavêr dihête naskirin.

Serlêdana dengdana gel grîng e. Bi vî awayî, encam çi dibe bila bibe, dîyar dibe; ji bo Destûreke nû îradeya gel çarenivîssaz e. Ev yek di 12 Îlonê de cîbicîh dibe. Îradeya ku bikaribe hin guherandinan bike, dikarê guherandinên bingehîn jî bike.

Helwesta Partiya Gel (CHP) û Partiya Bizava Millî (MHP) ku paraztina statuko û wesayetê dikin, bi me ne xerîb in. Lê belê banga boykotkirina birêvebiriya Partiya Aştî û demokrasiyê (BDP) ku mejî û wîjdanê xwe daye aliyekî balkêş e. Di naveroka pakêtê de çi he ye, çi tune ye de, hatiye kilîtkirin û guh nade dengê gel, ji sîyasetê direve.

Ger em di encamê de gotinên xwe bidin serhev, Legêrîna Kurdên Demokrat berjewendiyên gelê xwe di xebata li hemberî statukoparêz û wesayetkaran de dibîne û bawer dike helwesta li hemberî desthilatdariyên leşkerî kilîta xebatê ye. Yek jî regezên xebata me; piştgiriya her berfirehbûnên demokratîk e. Di vî warî de her pêngava bihête avêtin, rêya çareserkirina pirsa Kurd vedike.

Di 12. Îlonê 2010’da, em bangî Gelê Kurd dikin da ku dengê erê bidin dengdana Pakêta pêşniyaza veguherandina Destûrê.

(Diyarbakır, 19. 07. 2010)

Sertaç Bucak

Berdevkê

Lêgerîna Kurdên Demokrat

Back to top button