Nivîsar

PKK Çi Dixwaze?

Tu hêviya min tune bû ku şerxwazên di BDPê de komkujiya li Entabê şermezar bikin.

Lê, ma ne hewcebû ku Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder ku ji kevneşopiyek cûda tên, du sê peyvan bêjin.

Dema Huseyîn Aygun ji aliyê PKKê ve hatibû revandin jî bêdeng mabûn. Huseyîn Aygun bi gotinên  ‘Zaza ne Kurdin’ , ‘rêxistin zorê dide ser gel’ bîbû hedefê PKKê.

Dibe ku Kurkçu û Onder ne xwestin tevlî vê niqaşê bibin…

Lê li Entabê di wextekê qelebalix de wesaîdek bombe barkirî hate teqandin, mirov di orobusan de zindî zindî şewitîn! Jê 4 zarok 9 sivîlan can dan. 17 birîndar li nexweşxaneyan, tevahî 52 kes birîndarbûn.

Çi hincet heye ku li ber bûyereka wisa mirov bêdeng dimîne?!


Çima Bêdeng Dimînin?

Ger wîjadana wana vê komkujiyê qebûl dike û ji ber vê bêdeng dimînin, ev nişan dide ku beşdarî buna wê ‘taxê’ çawa wîjdana mirov kor dike. ger wîjdana wana qebûl nake û dîsa bêdeng dimînin, ev jî nişan dide ku ew ‘tax’ çawa mirovan bêdeng dihêle.

Partiya Kurd Hak-Par duh bi awayek kifş bûyerê şermezar kir û got ku ev çalaki rê nadin çareserî û aştiyê, şuna vê derî li neçaretiyê vedikin.

Kesên Marksîst yek kelîme li dijî PKKê ne gotin, an jî nekarîn bêjin.

Ev dîman nişan dide ku dê PKK pergalek çawa ava bike. Hevpeymana KCKê û biryarên Kongreya 10. Totalîtarîzmê raste rast dideyne ber çavan.

Ew kesên niha li ber wehşeta PKKê bêdeng dimînin, di demokrasiya Komunal a Apo de qasî azadiya Tirkiye, azadiyê nabînin.

Bi Demokrasiyê Çareserkirin?

Di heyama me de ev pirsgirêk bi demokrasiye tên çareserkirin. Îngilîstan, Spanya… ger PKKê demokrasiye qebûl bikira, dê me jî çareser bikira, cûdatî be cûdatî, lê bê xwîn!

Lê ji sedema PKK bi Kurdan nebawer e, dixwaze wana bixa fanusekî totaliter. Astengiya li ber çareriyê  ev e.

Ji ber vê astengiyê salên zor li ber me hene! Veqetîna ruhanî  li herdu aliyan jî kûr dibe. Raste biratiyeke hezar salî heye lê ev çiqas bandorê dide pêşerojê?!

Bangên aqlê selîm, rastî îfadeya tirsê ne.ger Kurd û Tirk aqlê xwe winda bikini ev naşibihe Yuguslavya. Dê bişibihe Hînt û Pakîstan ku nêzî 2.5 milyon însanan hev kuştin.

 

 

Çarseriya yek alî?

Dema çareserî tê gotin hilbet ewil dewleti hikumet tê hişê mirov. Ger teror wisa dewam bike, dibe ku demek şûnde biryarên radîkal bên girtin. Di demokrasiyan de biryarên wisa encex bitenê bi arîkariya partiyên mixalefetê tên standin. Çêkirina makeqanûnê jî wisa ye.

Dibe ku birêz serokwezîr sibe li deriyê mixalefetê bide, divê ji niha ve helwesta xwe nerm bike. Di vê eydê de li serokkomar û serokwezîrên berê geriya. Ez hêvî dikim ku ev nişana nerm kirina helwesta xwe be û ‘mîna axavtin’a balkonê nemîne .

Lê ji bo çareseriyê wekî berpirsiyar bitenê dîtina dewletê, hikumetê, paşçavkirina totalîterîzma PKKê ye, şaşiyek e mezin e. Heta PKK neyê rewşeke asayî, kîjan çareseriya demokratîkî dikare bê?

Di vê xalê de berpirsiyariya herî mezin li ser milê, kesên ku dikarin bandor bidin ser PKKê ne.

 


Taha Akyol

 

(Xeberenkurdi.com)

Back to top button