Cîhan

Ji kujerê 77 mirovan Breivik re 21 sal ceza birîn

Anders Behring Breivikê ku sala çûnê li Norweçê, di du êrîşan de 77 kes kuştibû û gellek kes jî birîndar kiribû, cezayê wî ji aliye dadgehê ve hate eşkerekirin. Breivik 21 sal ceza xwar. 

Kujer Breivik ligel parêzerên xwe beşdarî dadgehê bû. Di dadgehê de, kesên ku xizmên xwe wenda kiribûn û hin kesên ku hatibûn birîndarkirin jî tevlî rûniştinê bûn. Di rûnştinê de Breivik, di cihekî ku bi caman hatiye dorpêçkirin de hîştin. Destê wî bi kelemçe anîne dadgehê û gellekî sakîn xuya dikir. 

Di rûniştina dawiyê de biryar, ji aliyê serokê dadgehê û 5 dadgeran ve hate girtin. Bi biryarê de hat diyarkirin ku Breivik, sucê terorê kiriye û sucdar hatiye dîtin. 

Breivik, biryar li ser linga guhdarî kir û piştî biryarê tenê girijî. 

Hemwelatiyê Norweçê yê rastgirê radîkal, sala borî li Oslo û Girava Utoya du êrîş pêk anîbûn û 77 keş kuştibûn. Dadgehê 21 sal cezayê girtîgehê ji wî re birî. 

Back to top button