Cîhan

Afirandinekî kesnedîtî

Ev bûjena ku hatiye afirandin, wê çaresûna mirovan bide guhartin.

Li Siydneya Avustralyayê bavekî û kurê xwe, îcadeke kesnedîtî afirandine ku wê di pêşerojê de jiyana mirovan bi temamî bide guhartin.

Profesor Hung Nguyen û kurê wî Dr. Jordan Nguyen, bi hev re kursiyekî bi teker çêkirine, kamerayek jî li ser kursî dane bicihkirin û hemî deveran bi ajotvanê xwe dide xuyakirin. Ev kursiyê kesnedîtî bi daxwaza mejiyê mirov li rê diçe.

Dr. Jordan Nguyenê 27 salî navê TIMê li vî kursiuyê ku bi aqilê mirovan li rê diçe daniye û weha gotiye: Bi alîkariya vî kursiyê hanê, mirovên kêmendam gava li serê rûnin, wê tenê hêza mejiyê xwe bi kar bînin û hin caran wê serê xwe bihejînin û bijangên xwe bileqînin, wê karibin hemû karê xwe bi cih bînin.

Cara pêşî kêmendamekî 20 salî bi navê Albert Ovelyan vî kursiyê kesnedîtî bi kar aniye û di  ajotinê de gelek serkeftî derbas bûye.

Tê payîn ku mirov wê di pêşerojê de karibin bi hêza mejiyê xwe, desthelatiya xwe li ser her tiştî vegirin. Ev hawer xasma jî dê ji bo gera li valahiya asîmanî zêdetir sûd bide mirovan.

 
Rojevakurd

Siydney/Avustralya

Back to top button