Polîtîk

Li Wanê di qezaya dilsoj de 5 kes mirin

 

Li ser rêya Wan û Ercîşê, di kîlometreya 40. de qezaya trafîkê qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, navê ajovan diyar nebûye û wesaîta ku wî diajot a bi plaka 34 DZ 2092, ji Wanê ber bi Ercîşê ve diçû. Ji ber sedemeke ne diyar, wesaît ji rê derketiye û teqle avêtiye. 

Di encama qezay de 5 kesin di wesaîtê de jiyana xwe wenda kirine. Dîsa 2 kes jî birndar bûne. 2 kesên birîndar, bi ambulansan rakirine nexweşxana Zanîngeha Yuzuncu Yilê. 

Xizmên kesên ku qeza kirine, li cihê bûyerê qeyrana sînîr derbas kirine. cenderme û hemwelatiyan bi zehmet kesên êş giran sakîn kirine. 

 

Back to top button