Kultur

Meraqa sedsalî bi dawî bû, pakêta sedsalî vekirin

 

Li herêma Norveçê a Gudbrandsdalê tam 100 sala berê, di 26ê Tebaxa 1912 an de, ji aliyê Johan Nygard ve pakêteke ku hatibû morkirin û dihat xwestin ku ne niha, sed salî şûnda were vekirin, teslîma şaredarê wê wextê kirin. Ew pakêta nepenî îro di weşana zindî de hate vekirin. 

Di nav pakêtê de hin flama û belgeyên fermî yên ku tê îdiakirin, ji aliyê qralê wê heyamê ve hatiye şandin derket.  

Di derbarê flama û belgeyan de di agahî nehat dayîn. Ew belge û flama wê ji aliyê pisporan ve bêne lêkolînkirin û piştî lêkolînê ji rayagiştî re were eşkerekirin.

Tê gotin ku, ew mirovê ku ew pakêta nepenî mor kir û da şaredarê wê wextê, ligel pakêtê notek jî berdaye û di nota xwe de Johan Nygard nivîsandiye ku, naveroka pakêtê ji bo neslê tê ye û dema were vekirin wê wana bextewar bike.  

Hat îdiakirin ku, di pakêtê de rojnameyeke aîda sala 1919 an  û hin telgrafên pîrozbahiyê derketine. 

Ji ser pakêtê re 2 şerên cîhanê derbasbûne lê dîsa jî wenda nebûye û heta roja me hatiye. Giraniya pakêtê 3.1 kîlogram bûye.

 

Back to top button