Li Hewlêr kurd û ereb ji bo Suriya nû dicivin

Sekreterê Partîya Demokrata Kurd Li Sûriyê (El-Partî) Dr.Ebdulhekîm Beşar di gotûbêjeke taybetî de ji ajansên nûçeyan re ragihand ku, bi mebesta nêzîkbûna aliyên muxalefeta Kurd û Ereb li Sûriyê, biryar e 1-ê Îlona 2012-ê nunerên civata Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, Encumena Gel, Konseya Bilind a Kurd û Muxalefeta Niştimanî ya Sûriyê (muxalefeta erebên Sûriyê) li Hewlêrê civîneke hevbeş pêk bînin.
Çavkanî eşkere kiriye ku, vê di civîna han de rewşa Sûriyayê û çawetiya dawî anîn bi aloziyên heyî werin nîqaşkirin.
Ev civîn demekê de pêktê ku rewşa Suriye berbi encamdaneki ve diçe. Eger di vê civînê de muxelefeta kurd û ereb li hev bike û bikaribe peyamekî hevbeş ji bo pêşeroja Suriye ragihîne, rewşa PYD û taybetî girêdana PYD-ê bi rejima Suriye ve jî digihe encamekî.
Ji ber ku ji berê niha di daxuyaniyekî de serokê konseya niştimanî ya Suriye Abdulbasit Seyda dabû xuyakirin ku, ji bo ew li gel PYD-ê hevkariyekî bikin, divê PYD di paratikê de dijê rejimê şer bike û bide xuyakirin ku ew dixwazin rejima Esad hilweşe.
Ji ber ku tê zanîn k PYD bi hevkariya rejimê çekdestxistin û hinek deverên Kurdistanê dema rejima Suriye xwe dayî aliyekî hêzên PYD-ê yên çekdar cihê wan girt. Lê guhertinên li herêmê çêdibin û taybetî rolê Hewlêr di pêvajoya Suriye de hişt PYD berbi tevgera kurd ve werê û ji rejima Suriye dûr bikeve.
Ev civîna ku 1-ê Îlonê pêkwerê gelek girng e. Eger lihevhatinek çêbibe dê pêvajoya ruxandina rejimê jî kurt bibe û hêdî kêm zê de rewşa Suriya nû jî derdikeve holê.