Nivîsar

Pîvan berjewendiyên netewîne

Pîvan berjewendiyên netewîne

Pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe, di avakirina cumhuriyetê heta niha pêvajoya herî girîng û tevlîhev e. Ji ber ku cara yekem e di vê qonaxê de hinek tabû têne şkandin û behsa pêwistiya guhertinên hîmen cumhuriyet li ser hatîn avakirin bi awayekî tê kirin. Herweha di pratîkê de hinek gav alozî jî bin têne avêtin û hewldan ji bo guhertinê di rojevê de ne.

Bê goman ev guhertinên ku gelek hindik jî  bi zehmetiyek mezin têne kirin û li ser minaqeşeyên gelek tund çêdibin. Li himber guhertinan berxwedanek  bi hêz heye. Kemalîst û statuku parêz  bi tu awayî naxwazin kesek bi hîmen cumhuriyet li ser hatî avakirin bihejîne yan jî îdeolojiya fermî biguhere. Ji bo vê yekê jî şerek dijwar di hemi warî de li Tirkiye heye. Statuko li ber xwe dide.

Di vî şerê ku li Tirkiye heyî de her tişt mubah bûye û hemi metod têne karanîn. Rojane  leyiztikên qirêj derdikevin hole, bi sedan kuştin  ji terafê hinek dezgehên tarive tên kirin ji bo rewş tevlîhevtir bibe. Bûyerên  çêdibin  baweriyekî xelkê re peyda dike da ku kesek gelek bi erênî li pêşeroja xwe nenêre. Eger statukuparêz di vî şerî de serbikevin (ku ev ihtimal gelekî hindike lê her tim jî heye.) rewşa Tirkiye dê 50 salan paşve here û bibe wek berê û dê tu mafê jiyanê ji bo kesekî nemîne. Dê cardin kurd li ber lingan herin.

Di vê konaxa ku ev guhertin têne kirin, kurd jî bi awayekî di parlementoyê de têne temsîl kirin. BDP wek partiyek kurd li parlementoyê ye. Lê mixabin heta wek niha vê partiyê bi awayek pêwist li gora berjewendiyên kurdan  di parlementoyê de nebûye xwedî helwest. Di gelek pirsan de dikeva di warekî de ku ew jî dest didin li ber stûnên kemalîzme, da ku newin xwar yan jî aloztir nebin. Li vê derê pirs ne pirsa Ak-Partiyê ye. Mirov çewe li Ak-Partiyê binêre bila binere, rexna lê dike û wan di pirsa kurd de samimî nabîne. Ev rastiyeke. Lê Dema guhertinek çêbibe pîvan ne Ak-Partî yan jî helwesta hukumetêye. Pîvan divê bê qeyd û şert berjewendiyên kurdan be.

Ji bo tevgera azadixwaza kurd, ji bo her kurdekî dema pîvan hebê helwest gelek hesanîtir dibe. Bila pîvan tenê berjewendiyên gelêrî yên kurdan be. Dema guhertinek çêbibe, gavek bi temamî ne bi dilê me jî be bête avêtin, û ev yek feydeyekî bide kurdan divê pişgiriya wê gavê bête kirin. Ew,ji bo çi hatiye avêtin ne gelekî girînge. Ya girîn  ji bo me kare yan xusare? Eger karbe bila pêşgirî bête kirin, xusarbe li dij bête derketin, ne kar yan jî xusarbe mirov bi dilê xweye.

Di vê qonaxê de têkçûn yan jî alozbûna îdeolojiya fermî ji bo kurdan gelekî girînge. Kurd bi tu awayî nabe ku bibin pişpala stûnên îdeolojiya fermî yên ku li ser inkar û imha kurdan hatî avakirin.

12-ê Îlona 2010-ê ji bo paketa guhertinên destûra bingehîn referendum heye. Wek gelek caran me gotî, ev guhertin çêbibin ji bo kurdan kare ne xusare. Divê kurd  ji bo qebûlkirina van guhertinan dengê xwe bidin. Eger BDP wek helwesta xwe ya di parlementoyê de  di referandumê de jî dijê qebûlkirina paketê dengan bide yan jî propagandeyê bike, bivê nevê dikevin di xizmeta statukoparêzan de.

BDP pêwiste helwesta xwe cardin ber çavan re derbas bike û li gora berjewendiyên kurdan bibe xwedî helwest.

16.05.2010

Dara Bilek

Back to top button