Polîtîk

" Veca biryar ya milet e "

Izmîr – Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan îro ji bo hinek vekirina li Izmîrê bû. Erdogan ji xelkê re axaftinek kir. Di axaftina xwe de piranî li ser referendumê û rewşa partiyên muxalefetê sekinî û CHP û serokê wê yê istîfa kirî Denîz Baykal bi tundî rexne kir. Erdogan di hinek beşên axaftina xwe de gotinên giran karanîn.

Erdogan di axaftina xwe de got: “ Dema me  di parlementoyê de karê guhertinên destûrê dikira hinek bi tiştên din mijolbûn. Baykal nedihat parlementoyê û ne dihişt parlementerên CHP-ê werin dengên xwe bidin. Ew ditirsiya ku hinek parlementer şaş bibin û ji bo qebûlkirina destûrê dengê xwe bidin. Herweha BDP-ê jî wek CHP-ê kir dihatin xeberdidan lê dema dengdanê li holê tunebûn. Heta niha muxalefet wek cêwikan bi hevre hereket dikira CHP û MHP bûn niha BDP jî tevlî wan bû.“

Di beşek din ya axaftina xwe de Erdogan behsa referandumê kir û got: “ Niha me guhertin ji ba xwe xilas kirin, em serî li milet didin biryara dawî ya milete. Lê CHP serî li Dadgeha Muxalefetê dide. Ji ber ku tu hêviya wan li ba we nemaye.  Em dizanin em çi dikin. Em dixwazin Tirkiye buguherînin vê statukoya heyî rakin vêca bikevin nav karwanên welatên pêşketî û modern , lê partiyên  muxalefetê çi dikin? Ji b o astengiyê di rêya me de peyda bikin çi tê mile wan dikin. Lê dema millet biryarê bide kesek nikare me bisekinîne.“

Erdogan di derbarê roja referandumê de jî got:“ Referandum  di 12-ê îlonê de çêdibe. Ev 30 saliya salvegera 12 îlona 1980-ê ye. Roja înkilaba leşkerî çebûye. Veca dive di 30 saliya vê rojê de millet bi dengên xwe ji guhertinên destûrî re bêjin erê û xwe ji zincîrên dîlitiyê azad bikin. Em dibêjin ; veca gotina dawî li ba milete, biryar ya milete..“

 

 

Nûçe: RojevaKurd

 

Back to top button