Nivîsar

Piştî wefat a Cewher Namiq

Siyasetmedar, serokê parlementoya Kurdistanê yê yekem û berpirsê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê yê berê, Cewher Namiq encama nexweşîyek dijwar jiyana xwe ji dest da û koça dawî kir.

Li Kurdistanê rewsresmek fermî di astê dewletê de ji bo rakirina termê rehmetî kek Cewher hate pêkanîn. Ji bo ku ew serokê yêkem yê parlementoya yekem ya Kurdistanê bû, rewresma dewletî li parlementoyê hate kirin. Herweha di vê derbarê de helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê jî divê bibe mînakek di tevgera Kurdistanê de û herweha ew helwest bibe destpêka adetekî nûjen di nav rêxistinên kurdan bi tevahî de.

Em hemi baş dizanin ku, dema kesek rewşa wî çibibe bila be, ji partiya vediqete, rast çewt ew bi her tiştek xirab tê itham kirin û ji bo partiya ku jê vediqetayî bi xwe her di cêhde dimire û tu caran kar û xebata ku wî di partiya xwe de kirî naye dîtin. Heta piraniya caran ew kesayet ji aliyê rêxistana ku jê veqetiyayî ve bi xiyanetê jî tê tawanbar kirin. Ji aliyê din ew kesayet bi xwe jî hemi xirabiyê ji bo rêxistina xwe û hevalên xwe yên bi salan bi hevre ji bo armancek  hevbeş tekoşayîn tiştên xirab dibêje û wan bi tiştên xirab tawan bar dike. Minakên vê yekê di nav tevgera kurd de bi hezaran e.

Cewher Namiq sala 1976-ê di nav serkirdiyatiya demî ya PDK-ê de cih girt û kesayeta wî ya siyasî , xebata wî û awayê jiyana wî ya pêşmergeyatî bibû nimûneyek. Kek Cewher xwedî prensîb bû, dîtinên xwe di hemî platforman de gelek zela digot û bi kesayeta xwe, xwedî hinek taybetmendiyên cuda bû.
Cara yekê Cewher Namiq sala 1979-ê di kongreyê PDK-ê ya 9-ê de, li gel hinek hevalên xwe ji partiyê veqetiya. Sekreterê Komiteya Demî(Qiyada Muwaqet)rehmetî rêzdar Samî Rahman û hevalên xwe partiyek bi navê Partiya Gel avakirin. Lê Kek cewher di nav partiyê de cih negirt û demekî li mala xwe runişt. Di wê dema ku Kek Cewher runiştî gelek hevdîtinên me çêbûn. Hercarê rexneyên xwe bi zelalî digot lê tu caran dijê xebata Partiyê gotinek nedikir. Heta min carekî jê pirsî“ Başe kek Cewher rastî ez tênagihim tu ji bo çi ji partiyê veqetiyayî  “ Kek Cewher sedemen xwe gelek bi awayek maqûl , bê ku êrîşê kesayetekî yan jî partiyê bike digotin.

Piştî demekî kek Cewher cardin li partiyê vegeriya û dest xebata xwe kir. Herweha Selîm cardin Selîmê berê bû. Kek cewher cardin xebata xwe û kesayeta xwe ya berz di nav partiyê de hat xuyakirin. Sedemê vegerandina kek Cewher di encama qutnebûna diyaloga wî li gel rehmetî Tekoşerê hêja kek Îdrîs Barzanî û birêz Mesud Barzanî bû.

Sala 1992-ê dema hilbijartinên yekem li Kurdistanê ji bo pêkanina parlementoya yekem pêkhatin, kek Cewher bû serokê yekêm yê parlementoyê. Wek tê zanîn sala 2002-ê kek Cewher bû sekreterê Mektaba siyasî ya PDK-ê. Sala 2003-ê kek Cewher xwe ji karê xwe da aliyekî û runişt. Lê her wek kesayetek siyasî dinivîsî û nivîsandinên xwe de siyaseta desthilatê rexne dikir û pêşniyarên xwe jî pêşkêş dikira. Lê tu caran Partiyê ew ji bo helwesta wî bi tiştên xirab itham nekir û kek Cewher jî muxalefeta ku dikira tu cara hevalên xwe  yên rêxistinî bi tiştên ne di rê de tawanbar nekir. Kasê ku ez agahdar bûm pêwendiya kek Cewher her tim li gel desthilata partiyê hebû. Heta ji bo vegera wî di nav partiyê de hevdîtin li gel dihatin kirin.

Li vê derê dixwazim behsa xalekî bikim ku, di kongreyê partiyê yê 13-ê de tunebûna rehmetî Cewher Namiq wek kemasiyek hate dîtin. Lê di rastiya xwe de ji bo çi kek Cewher ne di kongreyê de bû min nezanî.

Rewrisma ku  li parlementoya Kurdistanê çêbûyî, cigirê serokê PDK-ê, Nêçîrvan Barzanî axavtinek kir. Naveroka vê axavtinê gelek girîn bû. Ji ber ku hertişt bi awayek zelal got. Kek Nêçîrvan di beşek axavtina xwe de got: “ – Di sala 2003ê de kak cewher Namiq sekreterê Partî bû, jiber bîrûrayên xwe yên taybet  xwe ji berpirsiyariyê vekişand, lê tiştekî wisa nekir ku ziyanê bigihîne Partiyê, ji sala 2003ê heta 2011ê li mal xwe rûnişt, lê di dil de wî xwe xwediyê kelepûrê Partî dizanî. Hinek kesan hewildan wî bêxine di çeperê dijatîkirin Partiyê de, lê ew hertim li ser exlaqê xwe yê blind yê siyasî di xebatê de ma. Çunkî ew perwerdeyê dibistana Partiyê bû. Di van demên dawiyê de wî gelek nivîs nivîsîn, lê em ne bi gotarên wî narehet dibûn û ne jî bi hizr û ramanên wî dilgiran dibûn, çunkî me dizanî kak Cewher ji niyeta xwe ya çakiyê wan nivîsan diweşîne.“

Kek Cewher di dema “Qiyada Muweqet“ li devera Yekmala dima. Pêwendiyek wî gelek taybet li gel kurdên Bakur hebû. Kek Cewher di nav kurdên Bakur de wek Selîm dihat naskirin. Min bi xwe jî di wê deme de kek Cewher naskir. Li vê derê nehevceye ku mirov behsa wî û kesayeta wî bike. Ji ber ku kar û xebata wî kirî rêberê kesayeta wî ye.

Ya herî girîng ew bû ku dema wî ya dawî de hevalên wî yên rêya tekoşînê ew bi tenê nehiştin û bi hemî awayî di astek bilind de berpirsiyariya xwe pêkanîn. Hêvî dikim ku ev yek bibe nimuneyek ji bo hemî kurda.

Kek Cewher ji nav me çû, lê ew hertim wê wek serokê yekem yê parlementoya Kurdistanê, wek serkirdayek yê PDK-ê û wek tekoşerek hêja û kesayetek bilin di nav tevgera azadixwaz a Kurdistanê de bijî. 

28.Adar.2011

Dara Bilek

Back to top button