Em çavdêriya xwepêşandanên Kurdistanê dikin

Wezîrê Derve yê Swêdê Karl Bildt ragehand ku haya wan ji xwepêşandanên niha yên li Kurdistanê heye û bi ‘hurî’ berê xwe didin rewşê. Di heman demê de Bildt, diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çendîn pêngavên baş li pêş hikûmeta İraqê ye.
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ku Karl Bildt, hêvî kir ku proseya avakirinê li Herêma Kurdistanê serkeftî be û derbarê xwepêşandanên niha yên Herêma Kurdistanê de jî got: ‘’Herçiqas Herêma Kurdistan bi çendîn pêngavên baş li pêşiya hikûmeta İraqê ye û Kurdistan pêşketîtir e dema mirov ligel deverên din ên İraqê berhev bike, lê haya me ji xwepêşandanên Kurdistanê heye û bi hûrî berê xwe didin rewşê.’’
Bildt wiha axifî: ‘’Desthilata dû partiyan bi awayekî eşkere di Hikûmeta Kurdistanê de diyar e, wan herdû partiyan gelek tiştên baş kirine, lê tiştên wan ên xirab jî hene. Gelek kes wiha fam dikin ku sîstema niha ya Kurdistanê hişk e. Em hêvîdar in ku ew sîstem bê vekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sîstemeke siyasî ya baştir peyrew bike, wiha bizanim di dawî de her wiha dibe.’’
Bildt, peywendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê pir baştir ji peywendiyên wan ên ligel welatên navçeyê nirxand û wiha pêde çû: ‘’Peywendiyên me yên ligel Kurdistanê bi heman lezgîniya peywendiyên me ligel Endonezya pêş dikevin, ku Endonezya welatekî gelekî mezintir e ji Herêma Kurdistanê.’’
Navbirî ew yek jî bibîrxist ku yek ji wan wezîrên derve yê welatên cîhanê ye ku serdana Hewlêrê kiriye û eşkere jî kir ku Wezîra Bazirganî ya Swêdê Eva Bjorling dê bi mebesta çend rêkeftinên bazirganî di meha dahatû de serdana Kurdistanê bike.
Li ser pirsekê derbarê darvekirina çalakvanên Kurd de li Îranê, Bildt amaje bi wê yekê de ku welatê wî ligel Amerîka proje-biryareke hevbeş dane Neteweyên Yekgirtî da hikûmeta Îranê neçar bike dest ji binpêkirina mafên mirov û darvekirina hevwelatiyên Kurd berde. Rudaw