Civak
Hewlêr pêşwaziyê li Erdogan dike

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan doh serdana Iraqê kir û li Bexdayê li gel berpirsên Iraqê hevdîtin kirin û di parlementoya Iraqê ya federel de axavtinek kir. Herweha Îro Erdogan serdana Başûrê Iraqê dike da ku Sîstanî re hevdîtinekî pêkbîne.
Ji Başûrê Iraqê Erdogan û şanda pêre dê berê xwe bidin Kurdistanê û li Hewlêr serdana serokê Kurdistanê bike. Herweha dê Erdogan berpirsên hukumî û yên hinek Partiyên siyasî re jî hevdîtinan bike.
Wek tê zanîn dê Erdogan konsoliya Tirkiye li Hewlêr veke û dê rewrisma vekirina balefirxaneya nevdewletî ya Hewlêr de jî amade bibe.
Vê sibehê Hewlêr bi alên, Kurdistanê, Iraqê û Tirkiye hatiye xemilandin. Hewlêr dê pêşewaziyek germ li serokwezîrê Tirkiye bike.