Îroj

29'ê Adar

29’ê Adar

Di sala 1982’an û di rojekî wekê îroyê de Kanada serxwebûna xwe bi dest xist.

Kanada yan Keneda (bi inglîzî û frensî Canada) welatekî federal e li Amerîkaya Bakur.

Kanada bi axa xwe ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Lê gelheya wê tenê nêzî 30 milyon e.
Paytexta Kanadayê Ottawa ye lê bajarrê herî navdar û mezin Toronto ye.

Kanadayê du zimanên fermî hene: inglîzî û frensî. Inglîzî li pirraniya welatî û frensî li parêzgeha Qêbekê tên axiftin.

• Zimanên fermî: inglîzî û frensî
• Dirav: Dolarê Kenedî
• Serbajar: Ottawa
• Gelhe: 32 507 874 (2004)
• Rûber: 9 984 670 km çg

Back to top button