Polîtîk

Talebanî piştgirî da Beşar Esedî

Li gor nûçeyeke ajansa Sana ya surî, duhî bi rêya peywendiyeke telefênê her yek ji Sebah Ehmed Cabir emîrê Kwêtê, Hemed bin Îsa şahê Behreynê, Hemed bin Xelîfe mîre Qeterê û Celal Talebanî serokomarê Îraqê, li hember wan (kompiloyên li dijî welatê Suriyê) tên kirin, piştgiriya xwe ji bo desthilata Beşar Esed serokê Suriyê nîşan daye. Sana di berdewamiya nûçeya xwe de dinîvîse ku serokên wan dewletan ji Esed re gotiye ku ew piştrast in dê desthilata surî û îradeya gelê Sutiyayê bikare wan pîlan û miamireyan bişkîne.

Weke tê zanîn ev ji 15 meha adarê were gelê surî li dijî serok û hikûmeta Suriyê serhilan destpêkieiye û daxa azadî û reformên bingehîn dike û ji sedema wan xwenîşandanan het nuha hijmareke hevweklatiyên sivîl bi destê zelamên rijêmê hatîne kuştin.

Back to top button