Polîtîk
Waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin

Îro civata wîlayeta Kerkûkê civiya û di civînê de waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin.
Di civîna îro ya civata wîlaeyeta Kerkûkê de ku, 32 endamên civatê ji koma 46 endaman amade bûn, Necmerdîn Kerîm, ji lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî ku di heman demê de ew endamê parlamentoya Îraqê û endamê Polîtburoya YNKê ye, bi 32 dengan weke waliyê Kerkûkê hat hilbijartin û Hesen Toran ji lîsteya tirmenan bi 31 dengab weke serokê civata wîlayeta Kerkûkê hatin hilbijartin.
Li gor rêketineke pêşwext di navbera aliyên siyasiyên Kekrûkê de berê heftoiyekê Ebdulrehman Mistefa waliyê Kerkûkê û Rizgar Elî serokê civata wîlayeta Kerkûkê dest ji karên xwe ber dadabû.
Weke tê zanên kutleya ereban beşdarî civînê nebû.