Polîtîk

Rojnama Taraf: Kurdistan…

Serdana serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di medya Tirkî de berfireh cig digre. Medya dide xuyakirin ku  Erdogan serdana Iraqê kiriye û herweha di çerçova vê serdanê de wê serdana bajarekî li başûrê Iraqê û serdana Erbilê (Hewlêr) jî li bakurê Iraqê bike.

Lê cardin, di Medya Tirkiye de rojnama Taraf Cihê xwe yê taybet parast. Tenê Rojnama Taraf di xebera xwe ya di derbarê serdana Erdogan ya Iraqê de nivîsî ku; Dê erdogan serdana yekem a Kurdistanê bike. Herweha Tarafê nivîsî ku, dê Erdogan li paytextê Kurdistanê li Hewlêr li gel serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hevdîtinekî pêkbîne.

Gotina Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê di medya Tirki de nayê karanîn..Taraf cardin ferqa xwe û medya fermî  yan jî ya alîgir danî holê…

Back to top button