Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Celîlî hevdîtin

Îro Emîndarê giştî yê Ciwata Ewlekariya Komara Îranê Seîd Celîlî li Tehranê pêşwaziya Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di vê hevdîtina han de Celîlî diyar kir ku, di Rojhilata Navîn de guhertinên gelek sereke çê dibin û ev guhertinên han jî vê li gorî berejwendiyên Gelên Rojhilata Navîn de bin.

Çavkanî her wiha diyar kir ku, bilind bûna asta jiyana xelk û pêşkeftinên heyî yên di warê curbicur de dibin sedema bihêztir bûna rewşa baş ya ewlekarî a Deverê.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de keyfxweşiya xwe a li hember bihêz bûna peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de diyar kir û hêvî xwest ku, her dû alî hewl bidin daku, ev peyvendiyên han hîn bihêztir û berfiretir bibin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkeş kir û balkêşande ser guhertinên heyî û rewşa Îraqê û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peyvendiyên dostane di navbera her dû aliyan de kir. KTV

Back to top button