Civak

Tu cara li Tirkiye desturek sivîl çênebûye

Rojnemevana Taraf Neşe Duzel mijara xwe ya vê heftiyê de li ser pêkanîna destûrek nû sekiniye û di vê derbarê de li gel Nur Vergin hevpeyvînek kir. Nur Vergin di komita TUSIAD ya ku pêşniyara destûrek nû amade kiri de ye.

Vergîn dibêje: Di destura Tirkiye ya yekêm di dema Ataturk de hatî çêkirin yek made tenê heye ku dibêje ev nayê guhertin. Ew jî ewe ku, “ şeklê dewletê cumhuriyet e“. Lê destura ku 12-ê îlonê leşkeran çêkirî, ev madeyên ku îro tê gotin  ku nayên guhertin cih girtine. Belê sala 1924-ê desturek nu ya cumhuriyetê hate çêkirin, lê tu cara li vî welatî desturek sivîl çênebûye.Divê ev destura niha bi temaî ji holê bête rakirin û desturek nû li gora mercên Tirkiye bête çêkirin.“

Prof.Dr. civatnas Nur Vergîn  di derbarê destûrê de dibêje: Hinek made hene ku dibêje çênabin bêne guhertin. Ji xwe ji bo çi van madeyan di desturê de cîh girtiye tu kes nizane. Dibêje, Enqere paytexte nabê bê guhertin, başe kî dixwaze  paytextek din hebe? Dibêje nabe al bête guhertin, kesekî behsa tiştek bi vî awayî nekiriye, dibêje zimanê fermî Tirkiye..Ev hemî leşkeran ji bo mesela qewmî bidin pêş û xwe niştimanperwer bidin nîşandan kirine di desturê de. Ji kesek doza guhertina van tiştan nekiriye.

Herweha Vergin dibêje di desturek nû de pirsa kurd ji bi awayekî dikare cih bigre û bête çareserkirin. Wek din di rexneyek ya xwe de dibêje armanca vê destura niha kurdan asimile bike. Lê dewlet di vê yekê de serneket û tu caran jî nikare ser bikecve. Lê entegrasyon serketiye.

Back to top button