Hikumeta Tirkiyê divê guhê xwe bide daxwazên rewa
Daxwazên çalakiyên demokrat û aşitîxwazên, ku ji aliyê Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ve hatiye amade kirin û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) piştgirî lê dikin, daxwazên rewa û maqul in.
Daxwazên hanê her usa daxwazên Partiya me ne. Partiya me bi salan e cî be cî kirina wan kar û Xebat dike.
Bê guman cî be cî kirina daxwazên hanê, proseya guhartin û demokrasî li Tirkiyê bi hêztir, rê li ber çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka dan û standinê ve xweştir dikin.
Bûyer û pêşhatiyên Afriqayê Bakûr û Rojhilat Navîn nîşan didin, ku zilm û zordarî, tund û tijiya rejimên dîktatorên navçeyê, nikarin pêşiya xebata azadî, demokrasî û guhartinxwazên gelan bigrin.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan, ku ji dîktatorên navçe dixwaze guhê xwe bidine daxwazên gel û tund û tijî bi kar neynin, divê bi xwe jî guh bide daxwazên Kurdan û pêşiya tund û tijiya hêzên ewlekariyê Tirkiyê bigre, daku êrîş li ser çalakiyên aşitiyane nekin.
Hikumeta Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AK Partî), ku di warê guhartin û demokrasiyê da karên hêja kiriye, nabe çarenivîsa “proseya vekirinê” qurbanê bi dest xistina çend hezar dengan bike. Hikumeta AK Partî divê guhê xwe bide daxwazên çalakiyên demokratîk û aşitiyane û bona cî be cî kirina wan gavên pêwist bavêje.
BDP ve DTK çalakiyên hanê bi tenê amade kirine. Ku bi gor bîr û baweriya me ev yêka hanê kemasiyeka mezin e.
Partiya me piştgiriya çalakiyên hanê yên aşitîxwaz û sîvîl û daxwazên wan dike.
PSK banga çalakvanan dike, ku bona pêşî lê girtina ajavegeriyê, li ser çalakiya aşitîxwaz û sîvîl pêgîr bin.
Partiya me banga hêzên welatparêzên Kurdistan, hêzên aşitixwaz û demokratan dike, ku;
Bona bi dest xistina mafê perwerde bi zimanê zikmakî,
Bona sekinandina çalakiyên leşkerî û derxistina lêborîna giştî ya bê qeyd û şert,
Bona jêk belav kirina sîstema caşitî û saziyên militarîst, ku li Kurdistana Bakur kar dikin,
Bona eşkere kirina “cînayetên qisas ne diyar” û bi siza gihandina tawanbarên wan cînayetan,
Bona amade kirina destureka nû, ku pir netewî û pir oliya Tirkiyê nîşan bide û bibe zaminê mafên netewî û olî,
Bona bi dest xistina armancên hevbeş yên vî rengî, bi hevre kar û xebat bikin, li ser çalakiya aşitiyane pêgîr bin.
28’ê Adara sala 2011
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan