Zarok pîrozbayiya Newroza FKKSê geş kirin!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 26ê Adara 2011ê de li Stockholmê li Solnahallenê bi girseyekî qelebalix şahiya Newrozê pîroz kir. Newroz bi grûbên govendê yên Koma Folklora Kom-Ciwan û Koma Folklora Helperkê dest pê kir. Gûbên folklorê bi reksên xwe reng dan şahiya Newrozê û geş girin.
Nûnerên Partiyên Swêdî ji Partiya Çep(V) Jacob Jonsson, ji Partiya Muhafezekar (M) Rebuar Fredon, ji Partiya Liberal a Gel (Fp) Fredrik Malm ku di parlamentoyê Swêdê de serokê netverka Kurdistan-Swêd e axifin û bi kurdî Newroz pîroz kirin. Herweha dosta kurdan û seroka berê ya Partiya Sosyaldemokratan Mona Sahlîn jî yek jî mevanê şeva Newrozê bû. Ew di şevê de axaftinek kir, serkeftin bo kurdan daxwaz kir û bi kurdî got Newroz pîroz be!
Seroka FKKSê li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê spasiya Mona Sahlin bo piştgiriya wê ya bi salan bo gelê kurd û bo xebatê wê ya bo civateke piralî û pirkulturî û bo xebatê we ya li dij nîjadperestîyê jê re wek xetire 3 pirtûkên balkêş li ser kurdan diyarî kir.
Seroka FKKSê Şermîn Aycan Bozarslan di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî li ser bûyarên rojane yê kurdan sekinî û xebata FKKSê a ji bona demokratî û yeksan anî zimên. Muloud Abdelzadeh li ser navê Hevkarî peyama wan xwend.
Hunermend û dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê; Nasir Rezazî(Rojhilat), Muhamed Taha Akreyî (Başûr), Mahmud Ezîz(Rojava) û Helîn (Bakur) bi awazên xwe şevê geş kirin û bêşdarên Newrozê bi muzika wan heta derengê şevê govend gerandin.
fkks.se
[email protected]