Hilbijartina civatên wîlayetên Kurdistanê di 10.09.2011ê de
Îro li bajarê Hewlêrê civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.
Di civînê de rewşa herêma Kurdistanê, cîbicîkirina daxazên xwenîşanderan, encamdana çaksaziyên pêwîst ku di xizmeta xelkê Kurdistanê de bin û danana esasê îdareyeke nû û şefaf hatin minaqeşe kirin.
Serokê hikûmetê got ku pêwîste daxazên xwenîşanderan ku daxazên adil in bêne çareser kirin. Salih got ku xwenîşandan mafekî rewa yê cemawerê Kurdistanê ye lê divê li gor qanûnê û dûr ji şidetê be û nabe daxazên xwenîşanderan têkelî ecindayên hizbî û mexsedên siyasî be
Di civînê de tekîd li cîbicîkirina projeyê reforman yê ku serokê herêma Kurdistanê di roja Newrozê de îlan kir bû û cibicîkirina 17 xalên ku parlamentoya Kurdistanê ji bo prosesa reforan pêşniyar kiri bû hat kirin.
Roja 10.09.2011ê bo hilbijartinên civatên wîlayetên Kurdistanê hat destnîşan kirin. ji bo cîbicîkirina vê biryarê daxaz ji wezîrê navxwe hat kirin ku digel komisyona bala ya hilbjartinan ya Îraqê ji bo dabînkirina pêdawîstiyên hilbijartinê amadekariyan bikin. Herwesa parlamentoya Kurdistanê jî qanûna hilbijartinên civatên wîlayetan di berçavan re derbas bike û verast bike.
Hilbijartina yekê ya civatên wîlayetan li herêma Kurdistanê di kanûna 2005ê de hevdem digel hilbijartina civatên wîlayetên Iraqê bi rê ve çû lê di duyem hilbijartina wîlayetên Iraqê ya li rêbandana 2009ê li Kerkûk û hersê wîlayetên herêma Kurdistanê hilbijartina civatên wîlayetan nehat pêkanîn.