Îsal pîrozbahiya cejna Newrozê li Hollanda li Bajarê DenHaag ji aliyê Komkarê ve hatibû amadekirin. Hûnêrmendê kurd Şivan Perwer jî di vê newrozê de strand.\nGrubek ku hevalên PKK-ê tên zanîn êrîşek birin ser vê ahenga Newrozê. Piştî êrîşê polisên Holandî derdora cihê ku pîrozbahî lê tê kirin girtin. Şivan Perwer axavtinek kir û ev êrîşa ji aliyê aligirên PKK-ê ve hatî kirin şermezar kir.