Polîtîk

Tirkiye li Iraqê bi saya Hewlêrê bi bandor e

Cengiz CandarCengiz Çandar ku yek ji wan rojnamevanên serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan a Bexda û Hewlêrê dişopîne ye, di quncikê xwe yê îro yê di Radikalê de li ser vê mijarê sekinî. Çandar, diyar kir ku divê serdana Erdoğan a li Herêma Kurdistanê weke “serdaneke rojane” neyê dîtin û ev tişt gotin:

“Rastî ne wisa ye. Erdoğan weke serokwezîr cara sêyemîn diçe Iraqê lê dê cara yekemîn biçe Kurdistana Iraqê. Ji Bexdayê dê derbasî Hewlêrê bibe û dê ji navenda Kurdistana Iraqê vegere Tirkiyeyê. Aliyê vê yê sembolîk li hêlekê, çûna Erdoğan a Erbîlê di heman demê de ji ber cara yekemîn e, watedar e.”

Çandar, bal kişand ku Erdoğan di rojên ku li Rojhilata Navîn serhildanên gel pêk tên û li Lîbyayê şer diqewime de diçe serdana Hewlêr-Bexdayê û bi bîr xist ku ev yek bi serê xwe pir girîng e. Çandar, da zanîn ku piştî şerê Iraqê êş û janên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî êdî li paş maye.

Çandar, destnîşan kir ku Tirkiyeyê asta xwe ya îro ya li Iraqê, bi saya Herêma Kurdistanê bi dest xistiye û wiha got:

“Ger rejîma Sedam yan jî rejîmeke çewsîner a ereb-neteweperest berdewam bikira, ne mimkun bû ku têkiliyên Tirkiye û Iraqê bihatana vê rewşê. Ne mimkun bû ku Tayip Erdoğan îro li Bexdayê sibê li Hewlêrê bûya. Ji ber ku Iraq guheriye, kurd di wê Iraqa ku guherî de, li Bexdayê Serokomariya Iraqê bi dest xistin, li bakur jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ava kirin, Tirkiye îro li Iraqê di nava têkiliyeke pir nêz û germ de ye. Yanî di ser têkiliya taybet a bi kurdan re, ‘profîla xwe ya herêmî’ bilind kiriye. Yanî welatê ku herî zêde ji şerê Iraqê qezenç kir, piştî Îranê Tirkiye ye.”

(AKnews)

Werger: md

Back to top button