Nivîsar

Piştî Stanbulê siyaset li Tirkiye çewe dibe !

AKPê û Erdogan hilbijartinên Stanbulê winda kir. Bê guman ji bo windakirina hilbijartinên Stanbulê gelek nirxandinên cuda têne kirin. Lê ji bo hinek aliyan jî xewna 20 salî bû rastiyek, vê yekê hindik bê jî baweriyek muxalefeta Erdogan re peyda kir. Herweha hinek aliyên wek HDPê jî vê yekê wek serkeftinek ya xwe dinirxînin. Vê yekê tenê dikin wek malzemeya propagandeyekî.

Di rastiya xwe de Erdogan li Stanbulê winda kir. Ji bo vê yekê jî ev hilbijartin ji bo wî bû inzarek hişk. Ji bo vê yekê jî eger Erdogan bixwaze cardin berê dengderên bajarî biguherê dive li xwe vegere. Winda kirina Stanbulê ne windakirina hemû tiştekiye. Lê eger Erdogan û AKP li xwe vegere şaşiyên xwe bibîne û cardin wek 2005ê behsa pirsa kurd bike û zimanê xwe yê tund biguherê dikare winda kirina li Stanbulê telafî bike.

Lê zehmetiya pêşiya AKPê hewldanên avakirina du partiyên din di nava AKPê de ye. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ji aliyekî, serokkomarê berê Abdullah Gul ji aliyek din hewldidin partiya damezirînin. Heta niha li hêviya hilbijartinên Stanbulê mabûn.

Ev yek dikare dengderê muhafazakar ji AKPê dûr bêxin. Ev partî bêne damezirandin mimkûne hinek parlementerên AKPê veqetin bikevin di nav van partiyan de, ev yek  tewezina parlementoyê de biguherê. Hingê îşê Erdogan gelek zehmet dibe. Ji ber ku ev dikare Erdogan mecbûr bike ku hilbijartinek ji berî wextê xwe bê kirin.

Rewşa PKK/ HDP jî aliyek din yê pirsê ye. Di dema dawî de Erdogan rê da ku hevdîtin li gel Ocalan pêkwerin, di encama van hevdêtinan de Ocalan banga bê alîtiyê li HDPê kir. Lê HDPê guh da Qendîl û guh neda Ocalan. Eger hevdîtinên li gel Ocalan berdewam bin û peyamên Ocalan bigihin Raya Giştî , ev yek di nava HDPê de dibe sedemê minaqeşeyên girîng. Ji xwe di nava HDPê de gotubêj destpêkirine. Ev cara yekeme di dîroka PKKê de Qendîl û HDP ewqas eşkere li dijê daxwaza Ocalan derdikevin. Ocalan nikare vê yekê qebûl bike û dê ji bo vê tevgera hanê jî pêvajoyek nû destpê bike.

Erdogan û siyaseta ku rêve dibe piştî 25 sala Stanbulê winda kir. Ji Ataturk heta vê gave serokê ku herî bi bandor Erdogan e. Erdogan naxwaze vê yekê ji destbide û bi temamî winda bike. Ji ber ku windakirina desthilata Erdogan dê ne wek ya her demî be. Taybetî piştî sala 2016ê teşebûskirina darbeya leşkerî , Erdogan ber bi pêvajoyek din ve bir. Erdogan tund bû. Bi sedan rojnemevan, rewşenbîr û xelkek bê tawan hate girtin. Di derbarê pirsa Kurd de axavtinên tund kirin, taybetî helwesta Erdogan ya di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de bû sedemek bingehîn gelek Kurdên ku deng didan AKPê xwe dûr kirin. Erdogan bi gotarên xwe dilê kurda şikênand. Dema paşî bi xwe hesiya hewlda hinek tiştan di gotarên xwe de serast bike lê têrê nekir.

Hilbijartinên serokatiya Tirkiye 4 sal din dibe. Çar sal din dibe sedsaliya damezirandina Komara Tirkiye. Eger Erdogan van 4 sala bi zanebûn û baş bi karbîne cardin şansek heye ku bê hilbijartin. Yanî dengderan li Stanbulê bala Erdogan kişand. Eger Erdogan ji dev zimanê xwe yê tund berdê û bi zanebûn van çar salan de hinek gavên erênî bavê je dikare desthilata xwe biparêze. Ji bilî vê yekê Erdogan bi temamî winda dike.

26.6.2019

Nûçe/Analîz

N.Firat

Back to top button