Nivîsar

Ol Û Ziman

 

Di navbêna ol û ziman de gelek pêwendiyên civakî, dîrokî, felsefî û kulturî hene. Ne tenê ola Îslamê lê belê hemû olên Semawî xwedî dîtîn û felsefeyake hebûne ne. Hemû ol xwediyê dîtinekê li ser mirov û Dinyayê ne. Li gorî felsefa xwe, ol Dinyaya ku heye ji nû de sazdike. Em dizanin ku ji bona wana tenê Xwedayek heye. Bahweriya olên Semawî bi heman Xwedayî heye. Xweda em hemû afirandine, dibêjin. Li gorî hemû olên Semawî mirov ji hêla Xweda de hatine afirandin. Hilbet Dinya jî wilo ye.

Ango mirov û Dinya berhemên Xweda ne. Pêşeroja wana di destê Xweda de ye. Xweda berpirsê hemû bûyerên li Dinyayê ye, hemû tişt di destê Wîna de ne. Yên ku daxwazên Xweda bicîh neyinin, an li dij derkevin Xweda wana bi agirê Cehnemê ceze dike…

Jêderkên olî, Tevrat, İncîl û Quran ji me re wilo dibêjin…

Mirov dikare vê bahwerî û felsefê ji gelek aliyan de rexne bike lê hilbet ev mijareke din e…

Gava ku mirov li sosyolojî û formasyona olên Rojhilata Navin hûr û kûr dibe, rastiyeke dîrokî derdikeve miqabilî civakê; Gelên Aryen ola Zerdeştiyê pêşde birin, Gelên Semitîk weke Îsralîyan xwe li dora Cihûtiyê, Aramîyan xwe li dora Mesîhîtî û Ereban jî xwe li dora mislimantî komkirin. Dura jî ji xwe re hevalbend li Dinyayê pêde kirin…

Piştî ku mislımantî di nava gelen Rojhilata Navin de bi darê zorê û rêbazên talan û dagırkerıyê pêşde çû, ola Zerdeşt û Mesihî lawaz bûn. Her çiqase Mesihîyên Ewrupa hinek deman xwestin ku bi rêya dagirkerî û talanê serweriya ola Mesihî ji nû de sazbikin jî, bi demê re ew bisernektin. Îsraîlîyan jî tucaran dev ji ola xwe bernedan û Ereban jî piraniya gelen Rojhilata Navin kirin Misliman. Îro jî Ereb, Tırk û Faris dixwazin bi heman mebestê ola Îslamê birevê bibin. Ango ola Îslamê bixin bin xizmeta dewlet û netewa xwe…Ew bi taybet li ser xeta dewletperestiya Ereb, Tırk û Farisan siyasete dikin…

Tê zanîn ku gelek qadroyên siyasî yên Kurdan bi felsefe û kultura çepitiyê mezin bûn. Van qadroyan zede gûh nedan pirsên olî. Ji ber vê yekê di pirsên olî de mafê netewî û kulturî çi bûn, lekolînên bi rêkûpêk di vê mijarê de nehatin kirin. Di mijarên olî de qadroyên Kurdan nezan man. Ev mijar ji xêrnewezan, sextekaran û canbazan re hate berdan. Wana jî hespê xwe li gora bîrdoziya xwe bezandin. Piraniya wana jî maf û huquqê mislimantiyê bınpêkirin û nasyonalîzma serdestan berz kirin.

Heta hinekan ji wana qala sentezên Tırkî- islamî, Erebî – islamî, Farısi-Islamî dikirin û Kurdên ku xizmetên mezin ji bona mislimantiyê kiribûn ji xwe re kirin köle, welatê wana ji dagirkirin. Her miletekî mislimantîyek li gorî xwe sazkirin. Di pratika xwe de welatên ku misliman bûn li dijî mafê Kurdan yên netewî derketin,lê wana bi xwe ji dewletên netewî avakirin, saziyên xwe avakirin, zimanê xwe pêşde birin, kultura xwe jî parastin…

Baş e, li gora felsefe û huquqa Îslamê mafê ziman û netewan çî bû?

Bi kurti em bibêjin; hemû mirov, netew, eşir, bavik, dar û ber, ajal û av, çiya û newal berhemên Xweda ne. Jêderkên Îslamî wilo dibêjin. Li gori ayetên Quran e Xweda hemû mirovan cüda afirandibû. Ziman, reng û etnîsîta wana berhema Xweda bû. Ayetên Quranê van dıtinana zelal tinin ziman. Dibêjin, Xweda mirov cüda afirandin e. Cudabûna di nava mirovan de îrada Xweda bi xwe bû. Heke Xweda bixwesta mirov hemû bi yek zimanî biaxivin, weke yek qewmî tevger bikin, wê çaxê jî hemû mirov bi yek rengî wê bihatana afirandin. Wîna bi xwe dikaribû di destpêka dîroka afirandina mirovan de ev yekitî sazkiribana. Lê em dizanin ku mirov li ser rûwê Dinyayê cüda hatine afirandin. Çîma? Li gora Quran e; ji bona ku hevdû nas bikin! Kevneşopî, kultur û zimanê hevdû fêr bibin. Weke ku tê zanîn cudabûna mirov, ziman û etnîsîte berhemên Xweda bûn.

Bi kurti jêderkên Îslamî mafê hemû mirovên misliman weke hev diparêz in, wana weke hevdû dinirxînin, qala birayetiya mislimanan dikin lê oldarê Tirk, Faris û Ereb tenê mafê xwe yên netewî diparêzin û miletê Kurd jî dixwaztin bidin jibîrkirin! Heta wî miletê qadim bidin tunekirin. Xwestin hergav Kurdan asîmîle bikin. Ango mislimantiya wana di pratik de şoven bû, nejatperest bû, dewletperest bû. Wana felsefa serdestan dida meşandin û ew tenê ji xwe re bûn. Lê gava ku pirs dihatê ser Kurdan, ew serdestên Rojhilata Navîn mislimantiya xwe jibîra dikirin.

Ew heta nûha tucara nebûne mislimanên tebût û dadwer! Ew, mislimanên ku ne misliman bûn! Ew jî weke çepên ku ne çep bûn! Weke demokratên ku ne demokratbûn! Di pratika xwe de ne civaka wana û ne jî dewletên wana maf û huquqê Îslamê nedimeşandin. Ango li gora ola Îslamê ew mınafik bûn. Minak; li ser Doza Felestinê mislimanên Tirk, Ereb û Faris rondikan dibarinin û li ser Kurdan jî bomba dibarinin! Mafê Felestinîyan ku dewleta xwe ava bikin heye lê mafê Kurdan û dewletavakirinê tüneye, mafê Felestinıyan ku zimanê dayika xwe perwerde bibin heye lê mafe neviyên Selahadin e Eyûbî ku bi zimanê xwe perwerde bibin tüneye! Ango mafê perwerdê bi zimanê Selahatinê Eyubî tüneye! Selahadin e ku Quds ji Xaçperestan rizgarkiribû, yekitîya mislimanan sazkiribû, mislimanên Tirk, Farıs û Ereb mafê perwerde bi zimanê Selahadin ji Kurdan re zêde dibinin!

Ê de were kufur nebe lo!

Lê dîsa jî Kurd kufur nebû ne. Em îro dîsa doza biratî û wekheviyê dikin. Mislimantiya rast îro Kurd diparêzin; Ma heta nûha me zimanê tu miletan qedexe kiriye? Ma heta nûha me axa tu welatî dagirkiriye? Ma Kurdan heta nûha nejatparesti li dijberî miletên cîran kirine? Me heta nûha tenê doza mafê xwe yên hevbeş kiriye. Belê, Kurdan ev kiriye! Bila Dinya hemû zanibe ku Kurd weke netew ne kêmî tu miletan e. Çi mafê wana hebin, em jî doza wan mafan dikin. Zimanê me jî mafê me ye! Nasnama me ye! Hebûna me ye!

Em Kurd, mafê zimanê xwe ji cîranên xwe yên misliman dixwazin! Heke mislimantî hebe, ew mafeke rewa ye, heke tüne be jî, dîsa em doza perwerdê bi zimanê xwe dikin!

Şerefxan Cizîrî

Back to top button