
Rojane terorîstên DAIŞê li Kerkûk û derdora wê karên terorîstî dikin û pereyan bi zorê ji xelkê distînin, hêzên Iraqê nikarin rewşê kontrol bikin û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, tenê Pêşmerge dikarin metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê bidawî bînin û Kerkûkê biparêzin.
Fermandarê Eniya Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorên li Pêşmerge hene, DAIŞ nikare ti tevgereke çekdarî bike û zêdetir ji 10 km dûrî Pêşmerge dikevin. Lê li cihên ku di bin destên hêzên Iraqê de ne, bi şev ew navçe di destê DAIŞê de ne û bi roj jî di destê hêzên Iraqî de ne.”
Xelkê wan navçeyan ji hêzên Pêşmerge re dibêjin, “tenê Hêzên Pêşmerge dikarin careke din aramî û ewlehiyê vegerînin Kerkûr û navçeyên derdora wê.”
Heme Elî wiha got: “Em jî dibêjin bêguman tenê Pêşmerge dikarin asayiş û aramiyê ji bo tevahiya pêkhateyên Kerkûkê peya bikin û metirsiya DAIŞê li ser navçeyê nehêlin. Ji ber ku ew terorîst bi şev radijin çekan û bi roj jî cilên normal lixwe dikin û xwe pêş xelkê dikin, lewma jî pêwîstiya wan navçeyan bo hêzeke leşkerî heye ku sînor ji DAIŞê biparêze.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Civîn û danûstandin û gotûbêj di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê de ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê û vegera Pêşmerge û danîna parêzgarekî berdewam in.”