Nivîsar

Encamên hilbijartinên Stenbole çi nîşan dide?

 

Li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di 31ê Adara 2019an de hilbijartinên  herêmî li dar ketin.

Di hilbijartinên 31ê adarê de, li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê, şaredarîya bajaran ji destê AKP ya partîya Serokkomar Erdoganî derçû; partîya CHPyê li van bajaran şardarî bidest xistin.

Di dest guhertina şaredarîya van 5 bajarên mezin de, dengên Kurdan rola esasî lihîstibû.

Lê li Stenbolê AKP û MHPyê îtirazî encamên hilbijartina şaredarîya bajarê mezin kirin. Li ser vê îtîrazê jî, YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinê) biryar da ku di 23yê hezîrana 2019an de hilbijartin ducare bê kirin.

Di hilbijartina 31ê adarê de Ekrem Îmamoglu yê namzedê Tifaqa Millî(CHP, İyi Parti), bi piştgirîya HDPyê û ya gelek alîyên din  jî,  13.500 deng ji Binali Yıldırım ê namzedê Tifaqa Cumhur(AKP, MHP) zêdetir sitendibû.

Hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê di roja 23.06.2019an de li dar ket. Di encama hilbijartinê de Ekrem Îmamoglu yê namzedê Tifaqa Millî ji %54.21ê dengan, Binali Yıldırım ê namzedê Tifaqa Cumhur ê ji %44.99ê dengan sitendibû. Vê carê Ekrem Îmamoglu 806.000 deng ji Binali Yıldırım zêdetir sitendibû.

Encamên hilbijartinên 23yê hezîranê nîşana wê yekê ye ku, ne bes Kurdan, beşeke berbiçav a Tirkan jî dengên  xwe nedane AKPyê; piştgirîya Ekrem Îmamoglû kirine.Lê vê carê Kurdan ji hilbijartina 31ê adarê  zêdetir dengên xwe dane Ekrem Îmamoglû.

Encamên hilbijartina 23yê hezîranê, nîşana, derz û darbe xwarina rêveberîya Erdoganî û AKPyê ye.

Kurdan bi hestên netewî, bes ji bo Erdoganî ceza bikin, dengê xwe dan CHPyê

Heger em li helwesta dengdêrên Kurdan binerin, emê bibînin ku, dengdêrên Kurd, bi awayekî zelal bertek û nerazîbûna xwe li dijî sîyaset û helwest û gotinên Erdoganî nîşan dane. Heta em dikarin bêjin ku, Kurdan ne ji ber ku CHPyê rast û baş dibînin dengê xwe dane CHPyê. Ne xêr. Kurdan bes ji bo ku, Erdoganî û partîya wî ceza bikin, ji bo ku dersekê bidine Erdoganî, dengê xwe nedan namzedê AKPyê; dengê xwe dan namzedê CHPyê.

Helwesta Kurdan ya di hilbijartina 23yê hezîranê de jî, ya di 31ê hezîranê ku li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê dabûn der jî; nîşana hestên netewî bû.

HDP û hinek aliyên sîyasî û kesayetan, vê piştgirî û helwesta Kurdan, weke ‘piştgirîya bereya demokrasiyê’ nirxandin. HDPyê bi taybetî  di propagandaya hilbijartinan  de her digot ‘Em dengê xwe didin bereya demokrasîyê’. Piştî hilbijartinê jî hevserokê HDPyê Sezai Temelli got ‘Di hilbijartinê de bereya demokrasîyê bi serketî ye. Encamên hilbijartinê nîşana îradeya welatekî hevbeş û cimhûrîyeke demokratîk e’.

Ew nêrîn û helwesta ku dixwaze CHP, İyi Partiyê weke ‘bereya demokrasîyê’  nîşan bide, helwest û nirxandineke manupulatîf in û ji binî ve şaş in.

Rast e, Kurdan bi helwesta xwe ve ji Erdogan re gotin , ‘Em sîyaset û helwest û gotinên te yên ku li dijî Kurdan e, yên ku me rencîde dikin em qebûl nakin. Em vê helwesta te ya ku ez eztîyê, ya ku nahêle kes dengê xwe derxîne, gotinekê bêje, em qebûl nakin.Tu dixwaze me Kurdan û her kesekî ku mafên xwe diparêze, ceza bike. Lê em vê qebûl nakin; emê jî te ceza bikin’.

Dengdana Kurdan ya ji bo CHPyê, ne bi wê maneyê ye ku, Kurd CHP û İyi Partiyê  weke ‘bereya demokrasîyê’ dibînin. Kurdan bes xwestin bi hest û helwest û reflekseke netewî Erdoganî ceza bikin; mixabin yek rê ji bo vê hebû, ew jî deng dana CHPyê bû.

CHP û İyi Parti ne ‘bereya demokrasîyê’ ne

Belê ew alîyên ku CHP û İyi Parti yê weke ‘bereya demokrasîyê’ tarif  dikin, yan di nav xeletî û şaşitîyeke mezin da ne; yan jî bi zaneyî dixwazin berê gelê me bidin CHPyê, bidin rêyeke ne  demokrat.

CHPyê  bi hemû dîrok û kiryarên  xwe ve îspat kirîye ku, li dijî Kurdan e, mihendîsê sîyaseta ‘yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet’ e, qesasê bi deh hezaran Kurdan e.Herweha di dîroka CHPyê de tu dem û tu nimûne tune ye ku CHPyê  ji bo bicîh anîn û pêş xistina azadî û edaleta civakî , ji bo pêş xistina demokrasîyê  gavek avêtibe. CHP xwe weke partîyeke sosyal demokrat pênase dike; lê tu xisûsîyeteka CHPyê ya sosyal demokrat bûnê jî tune ye.CHP, partîyeke kemalîst, şowen û ne demokrat e.Hinek kadroyên ku demokrat yên din av CHPyê de jî, bes weke aksesûar di nava wê partîyê de ne.Xebatênan Yên ji bo deokrat kirina CHPyê tûşî gelek astengîyan dibe.

Heger em berê xwe bidine İyi Partî yê, emê bibînin ku İyi parti ji CHPyê jî gelek û gelek paşdetir û  şowentir e. İyi Parti,  partîyeke ku ji MHP ya faşist cuda bûye; lê haletî rûhîyeya kadroyên wê û hişmendî, bername û sîyasetê wê bi tu awayî ji MHPyê ne cudatir e.

Tûrikê İyi Partiyê yê qirêj ne bes bi vê ve dagirtî ye. Di dema salên 1990î de, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê 17.000 kes , ku piranîya wan Kurd bûn, bi navê ‘faili meçhul’ ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin kuştin. Di wê demê de, Meral Akşener a ku nuha Seroka İyi  Partiyê ye, di nav partîyeke din a Tirkan de bû û   Wezîra Dewleta Tirkîyeyê bû. Ango ew Meral Akşenar a ku hinek kes û alî dixwazin weke pêkhateyeke ‘ bereya deokrasîyê’ nîşan bidin, di eslê xwe e destê wê jî di rêtina xwîna wan 17.000 ‘faili meçhû’an de hebû.

Berîya hilbijartina 31ê adara 2019an, Recep Tayip Erdoganê Serokkomarê Tirkîyeyê, li himberî gotina Kurdistanê bertek nîşan dabû û gotibû ‘Li cem me tu Kurdistan tune ye. Kurdistan li bakurê Iraqê heye. Yên behsa Kurdistanê dikin, bila bicehimin herin wê derê’.

Piştî vê gotina Erdoganî, Meral Akşenerê bertekeke tûnd nîşan dabû gotibû ‘Ew cîhê ku Erdoganî li bakurê Iraqê  behs dike, cîh û war û welatê Tirkmenan e. Tu nikarê ji welatê Tirkmenan re bêje Kurdistan’. Meral Akşener ji xwe hebûna miletê Kurd û Kurdistanê li Tirkîyeyê, li bakurê Kurdistanê qebûl nake. Lê bi vê jî namîne, hebûna Başûrê Kurdistanê jî qebûl nake û dibêje wê derê jî ‘Welatê Tirkmenan e’. Belê ev Meral Akşener e ku,  ya hinek kes û alîyên sîyasî wê di nav  ‘bereya demokrasîyê’ de nîşan didin.

Heger demokrasî bi xwe bibîhîze ku hinek kes û alî,  CHP û İyi Partiyê weke du partîyên di ‘bereya demokrasîyê’ de  pênase dikin; miheqeq dê demokrasî bi xwe jî ji ber xwe şerm û fedî bike!

Reng û halê  CHP û İyi Parti ev e; baş e, gelo Ekrem Îmamoglu yê ku namzedê van herdu partîyan e kî ye, nêrînên wî yên sîyasî çawa ne, di derbarê  Kurdan de helwest û fikrên wî çi ne?

Ekrem Îmamoglu, ne kesayetekî weke Devlet Bahçeli, Meral Akşener e. Hinek gotin û helwestên wî yên nîşana parastina hinek maf û azadîyan e, helbete ku hene . Lê Îmamoglu, kesekî Kemalîst e. Sîyaset, hişmendî, helwest û fikrên wî yên di derbarê pirsa Kurd de, di derbarê demokrasî, azadî û edaletê de  jî her bi tevnê kemalîzmê ve hetîye hûnandin. Ji ahinek alîyên xwe ve, nêzîkî ekola Tûrgût Ozalî ye, bi hinek alîyên xwe ve jî Kemalîstekî ku ji Kemal Kılıçdaroglu jî zêdetir Kemalîst e û zêdetir li gorî hişmendîya Tirkekî difikire.

Ekrem Îmamoglu, di pêvajoya hilbijartinên 31ê adarê de jî, di nav xebatên 23yê hezîranê de jî bi helwesteke bi îsitikrar xwe ji îfade  kirin, parastin û xwedî lê derketina maf û azadîyên Kurdan dûr dixist. Ekrem Îmamoglu, heta ku carekê gotina ‘Kurd’ bi kar dianî, sed carî difikirî. Ekrem Îmamoglu digot ‘Heger hûn pirsan bi naveroka etnîkî binav bikin û tarîf bikin, ev yeka dê rê ji perçebûna me re veke’.Ango  Ekrem Îmamoglu jî weke gelek sîyasetmedarên Tirkan dibêje, ‘Behsa Kurdan, behsa pirsa Kurdan nekin. Zimanê Kurdî bi qûrsan dikare bê çareser kirin. Em gişt hemelatîyên vî welatî ne. Em lê bixebitin ku hemû hemelatîyên me, mafên xwe yên wekhevîya hemwelatiyê bikar bînin’. Helwest û axaftinên  Ekrem Îmamoglu, yên piştî hilbijartinê jî, mixabin ji axaftin û helwestên wî yên berîya hilbijartinê ne baştir û hêvîdar bûn.Ligel van hemû gotinên Ekrem Îmamoglu jî, heger ew di dema Şarederîya xwe de, gavekê di derbarê ziman û çanda Kurdî de, di derbarê edaleta civakî de, di derbarê baştir kirina jiyana gelê Stenbolê de bavêje, helbete ku divê Kurd piştgirîya wan gavan bikin.

Belê mixabin, ne  Ekrem Îmamoglu, ne CHP, ne jî İyi Parti bi dîrok, sîyaset û gotar û helwest û kiryarên xwe ve, hîna jî xwe negîhandine   sîyaset, kiryar û  helwestên wê AKP û wî Erdoganê salên 2002-2010an. Erdoganî îro dest ji wê sîyaseta xwe ya 2002-2010an berda ye, bûye Erdoganekî din. Lê yên xwe weke alternatîfa Erdoganî  nîşan didin, ji damezrandina xwe ve heta îro, nîşan dane ku, gavekê jî ji Erdoganê 2002-2010an ne di pêşdetir in û tu nîşan û çirûskeke ku wê ji îro pê ve, baştir bibin jî ne xuya ye.

Kurd divê  hay ji hêza xwe hebin û hêza xwe  beravêtî nekin

Ji ber vê rastîyê jî, divê kes tiştan berovajî nekin. Gava ku Kurd dixwazin Erdoganî ceza bikin; mafê kesî tune ye  cîhekî ku  ne warê demokrasîyê ye, ne warê azadîyê ye,  ji Kurdan re weke sitargeha demokrasîyê û weke rêya rast nîşan bidin.

Kurdan roja 23yê hezîranê careke din hêza xwe nîşanî dinya-alemê dan. Bi taybetî jî ji Erdoganî re gotin ‘Heger tu dijayetî  û dijmnatîya Kurdên bakur, başûr û rojava bikî; gava tu bêje her tişt dê bes li gor dilê min bibe; gava tu bêje ezê Kurdan birçî bihêlim, tu Kurdan rencîde bikî; emê jî ji te re bêjin êdî bes e…’. Naveroka helwesta Kurdan ya di hilbijartina 23yê hezîranê de,  her ev hest û helwesta netewî ye. Kurdan ne ji ber ku CHP ji Erdoganî baştir dîtin, ne  ji ber ku Kurdan CHPyê weke ‘bereya demokrasîyê’ dîtin, dengê xwe danê; ne xêr, Kurdan bes ji bo Erdoganî ceza bikin dengê xwe dan CHPyê. Kurdan xwestin ev desthilatdarîya li dijî Kurdan, li dijî mafê mirovan, li dijî edaletê, li dijî demokrasîyê, ev desthilatdarîya ku aborîya gel pûç kirîye darbeyekê bixwe. Lê mixabin ji xeynî CHPyê tu cîhekî din tune bû ku Kurd bi dengên xwe darbeyê li Erdoganî bidin. CHP û Ekrem Îmamoglu, li ser vê keda amade rûniştin.

Di eslê xwe de ev mesaja ku Kurdan di hilbijartinê de gîhandin Erdoganî, weke helwest û mesajeke ji CHP û ji alîyên dinê re  jî. Kurd bi hest û helwestên xwe, dikarin partîyên din jî ceza bikin.

Helbete ku di serkeftina Ekrem Îmamoglu da, ne bes dengê Kurdan; dengê hilbijêrên Tirk jî roleke girîng lihîst. Bi taybetî di 806.000 dengê ku Ekrem Îmamoglu biser xist de rêjeyeke berbiçav ya hilbijêrên Tirkan e. Ev jî nîşana wê yekê ye ku, di nav gelê Tirkîyeyê e jî, êdî nerazîbûneke berbiçav li dijî Erdoganî heye.

Ekrem Îmamoglu, bi slogana ‘Dê her tişt gelekî xweş û baş be’  biser ket. Lê mixabin pirêze û sîyaseta  CHP, MHP û ya Ekrem Îmamoglûyî tu hêvîyê nade  ku, ‘Dê her tişt gelekî xweş û baş be’ . Lê encamên hilbijartinê wê  yekê nîşan dide ku; ji îro pê ve, dê tu tişt weke xwe yî berê nemîne.

Belê Kurdan Şaredarîya Stenbolê  ji destê Erdoganî derxistin. Lê ev ne cara yekem e ku Kurd, hinekan ji desthilatdarîyê tînin xwarê û hinekên din tînin ser hikum.

Ji sala 1950yî heta îro di hilbijartinên Tirkîyeyê de Kurd  gelek caran bi dengên xwe, bûne aktorên esasî ku desthilat guhertine.

Lê mixabin Kurdan heta îro, hema hema di her hilbijartinê de, her çiqas bi dengên xwe roleke girîng lehîstibîn jî, heta îro ji bo zimanê xwe, ji bo mafên xwe yên netewî, demokratîk  tu destkeftin bi dest nexistine. Ev jî trajedîyeke me ya dîrokî ye.

Kurd ji ber ku li ser hinek daxwazên xwe yên kolektîf yên netewî  weke alîyekî, weke miletekî, weke hêzeke yekgirtî tevnegerîyane; heta îro bes weke hilbijêr mane û di guhertinan de tu maf bidest nexistine. Ji ber vê rastîyê jî, ji bo ku  em weke alîyê Kurd û Kurdistanî bikaribin  vê ‘qedera’ xwe ya dîrokî biguherînin; divê berîya her tiştî em  bibin ‘em’. Em wekî alîyekî , helwest bigirin. Weke alîyekî divê em li gel alîyên din, li ser esasê daxwazên xwe  peywendîyan deynin. Em nebin piştgir an jî dijberên ku di encamê de dest vala derdikeve.

Ji bo ku ‘her tişt xweş û baş be’, gava yekem divê em bi xwe bibin ‘em’

Encamên hilbijartinên Stenbolê rêyek ji guhertinên nû re vekirîye. Ji bo gelê Kurd jî, ji bo gelê Tirk jî dikare guhertinên nû çê bibin. Lê heta ku em weke alîyê Kurdan li xwe, li doza xwe, li mafên xwe xwedî dernekevin, xwe  weke alîyekî nebînin, xwe ji dûv hinekan dûr nexin, emê nikaribin feydê ji guhertinan bigirin. Herweha heta ku em weke alîyê Kurdan bi nasnameya xwe ne li seheyê bin; emê nikairbin bi azadîxwaz, demokrat, edaletxwazên li Tirkîyeyê re jî hêza xwe bikin yek, emê her di bin sîya hinekan de bimînin.

Em weke Kurd û Kurdistanî, helbete ku, kîjan partî, alî yan jî kesayet, piştgirîya mafê ziman û mafên netewî, demokratîk yên Kurdan bikin divê em piştgirîya wan bikin. Em weke Kurd û Kurdistanî, helbete ku, kîjan partî, alî yan jî kesayet, ji bo gelê Tirk û gelê Kurd,ji bo maf û azadîyan, ji bo xweştir û baştir kirina jîyanê, ji bo edalet û demokrasîyê çi gavên maqûl bavêjin, divê em piştgirîya wan bikin. Helbete ku , divê em tu tiştî bes di navbeyna reş û spîyê tenê de nefetisînin. Ji xwe, gava di warê demokrasîyê de, di warê mafê zimanê Kurdî  de,  kîjan hikûmeta Tirkîyeyê gav avêtibe, Kurdan bi awayekî giştî piştgirîya wan kirine. Lê mixabin, tecrubeyên heta îro nîşanî me daye ku li Tirkîyeyê tu partî û hêzeke ku bi rastî jî ji bo mafê Kurdan û ji bo azadî û demokrasîyê, bi bernameyeke dûr û dirêj, ji dil  gav avêtibe derneketiye holê. Ew alîyên ku hinek gav avêtine yan ji bo berjewendîyên xwe yên demkî gav avêtine, yan jî carina ji bo rê li ber guhertinên mezin bigirin hinek gav avêtine.Lê her dem yên  li ber her guhertinekê  bûne asteng jî her hebûne û hene jî.

Gelê Tirkîyeyê jî mixabin, di tengasîyeke mezin de ye. Gel  gava ji rewşa xwe ne razî be; tu alternatîfeke ku bi rastî jî ji derdên wî re bibe derman li holê tune ye. Li Tirkîyeyê, mixabin partî yan jî hêzeke  ku bi rastî jî azadîxwaz, demokrat, edaletxwaz be tune ye. Ev jî sebebê xetimandina gelek pirs û pisgirêkan e.

Weke alîyê Kurd û Kurdistanîyan, berîya her tiştî, divê em li ser rêbazeke netewî, azadîxwaz, demokrat, hêza xwe bikin yek; divê em bi hêza xwe ya yekgirtî, di nav gelê xwe de  bin, di nav gelê xwe de bixebitin. Aşkere ye ku heger em bi hêza gelê xwe, bi nasnameya xwe ya netewî û niştimanî, sîyaseteke bi şexsîyet bimeşînin, dê dengên me yên di hilbijartinan de berhemên xwe jî bidin.

Ji bo ku di rojên pêş de her tişt xweş û baş be,  ji bo rêya vê yekê vebe; berîya her tiştî bêyî ku em bikevin bin sîya hinekan, bêyî ku em bikevin dûv sîyaseta hinekan, divê em bi xwe ‘em’ bin, divê em gelê xwe qani bikin, divê em bi îstîkrar û bi sebir bixebitin. 27.06.2019

Mustafa Özçelik(Serokê Giştî yê PAKê)

 

Back to top button