Civak

Şêx Mihemed Bin Zayd Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî kir

Li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Şêx Mihemed Bin Zayd Alniheyiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdarên Îmarata Yekgirtiya Erebî, pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kir û hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî birêz Şêx Mihemed Bin Zayd kir û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û hevkariyên Îmarata Yekgirtiya Erebî, bi taybetî yên ji bo koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê dûpat kir. Her wiha balkişand li ser rol û çalakiyên Desteya Heyva Sor a Îmaratî û saziya El Xelîfe ya ji bo hevkariya mirovî û spasî hevkariyên wan kir.

Li peywendiya telefoniyê da ku îro pêncşem 27/06/2019 hate encamdan, her dû alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên Îmarata Yekgirtiya Erebî û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkarî û hemahengiyên di navbera her du aliyan kirin.

Back to top button