Polîtîk

Piştî serdana Arinc bo Hewlêrê Barzanî jî diçe Tirkiyeyê

Bulent Arinç cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê dê di demeke nêzîk de serdana herêma Kurdistanê bike û piştî serdana Arinç, serokê  Kurdistanê jî dê serdana Tirkiyeyê bike.


Sefîn Dizeyî berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç dê roja 26ê Îlonê de serdana Hewlêrê bike.”

Dizeyî diyar kir ku, Arinç dê digel Mesûd Barzanî serok Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne. 

Li gorî agahiyên berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî serdana Arinç Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê jî dê serdana Tirkiyeyê bike û digel serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê hevdîtinan bike.

Sefîn Dizeyî ragihand ku roja serdana Barzanî bo Tirkiyê heta niha nehatiye kifşkirin.

 

Tê pêşbînîkirin ku cîgirê serokwezîrê Tirkiyê di serdana xwe ya Hewlêrê de bi fermî beşa kurdî ya ajansa Anadolu veke.

Back to top button