Polîtîk

SHK ji bo keçên enfalkirî lîjneyek dişîne Misrê

Piştî belavbûna nûçeya peydakirina çarenûsa wan keçên Kurd ku li enfalê de ji aliyê rejîma Be’es ve şandibûn welatê Misir, piştî li bendewariyeke dirêj tu encamekî zelal derneket ku ev babeta hestiyar û girîng bê yekalî û serast kirin. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku duvdaçûna vê babetê bê kirin û ji bo vê mebestê jî lîjneyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn û li gel ew kesê ku îddîa dike belge li berdest da heye serdana welatê Misir bikin û eger raste, wan keçan bibînin û zanyariyeke tevahî bi dest bînin û rastiya wê babetê ji bo xelkê Kurdistanê zelal bikin. Dr. Umêd Sebah Peyvdarê Fermî Serokayetiya Herêma Kurdistanê 14.09.2013

Back to top button