“Ez ji Bexdayê hatim Kurdistanê, ez koçberî Kurdistanê bûm ji ber ku wekî Mesîhiyek(Kristiyan) ez li vir xwe gelekî bi ewlehî û baweriyê de hîs dikim.”

Eve axaftina Joseph Jebral ê Mesîhiyeke Iraqê ye ku ji sala 2005 an ve hatiye Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û li vir dijî. Ew li Taxa Ankawa ya Hewlêrê li Muzexaneya Çanda Suryanî ya Ankawa kar dike û gelek ji jiyana xwe raziye.

Ev muzexane ji sala 2011 an ve berhemên dîrok û çanda di derbarê mesîhiyên Iraqê de pêşkêş dike û ev sazî, li hemû sînorê Iraqê de yekemîn muzexaneye ku ji bo Mesîhiyan hatiye vekirin.

Li Iraqê Mesîhî rastî êrîşên misilmanên tundrew yên wekî rêxistinên Elqaîde û gelekên din dibin û her wiha ew ji derveyê Kurdistanê her dem hedefa rêxistinên teroristiyên islamî ne. Ji ber wê yekê jî hemû mesîhî(Asurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) ji Iraqê direvin û xwe dispêrin Kurdistana azad û li gel mesihiyên dinê Kurdistanê bi azadî dijîn.

2 Nêrîn

  1. Eve axaftina Joseph Jebral ê Mesîhiyeke Iraqê vous ku ji sala 2005, un ve hatiye Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê..( di ve nivisidê min hevoka VOUS û UN fam nekir. Van hevokan kurdîyê nûyê?\r\nBimînin di xêr û xweshîyê da.

  2. Kurdistan welaté birayén me yén kristianin ango mesihiane,ev kiltura pékve jíyan,wekheví di civaka kurdistané de ji beríya bi hezaran salane berdewame,ez hévídarim ev pékve jíyan, ev arami ú biratíya li nav xelké kurdistané de heyí her berdewambé,ú bibéte nimúne bu hemu rojhilatanavín,nemaze bu wan cahilén misilmanén tundrew.Ez di wé baweríyéde me,ku heta PDK,ú serok barzani desthiladarin,réveberin,hikimdarin wé herdem Kurdistan bihu$ta hemu welatíyan bé.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: