Hevpeyvîn

Piştî 67 salan cara yekem jinek dibe berpisa liqeke PDKê

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî 67 salan cara yekem jinek kir berpirsa liqekê, navê wê jî Evîn Hirorî ye. Di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê, Evîn Hirorî tekez kir ku eger ji bo razîkirina jinan ew kiribe berpirsa liqê dê îstîfa bike.

Evîn Hirorî, ku di kongreya dawî ya PDKê de yek ji wan 3 jinan bû bi kotayê bûn endama serkirdayetîyê, di civîna dawî ya Encûmena Serkirdayetiya PDKê de, bi biryara serokê PDKê Mesûd Barzanî bû berpirsa Liqa 25 a qezaya Sêmêlê ser bi wîlayeta Duhokê ve.

Derbarê mijarê de Hirorî ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Min karî di dîroka PDKê de navê xwe tomar bikim û wek yekemîn jin bibim berpirsa liqê. Herwiha ev yek ji bo min û ji bo partiya min jî  şanazî ye.”

Hirorî da zanîn ku gelek rexne li PDKê dihatin girtin ji ber wêya zêde rol nedida jinan û wiha axifî: ‘’PDK wek partiyeke mezin gelek caran li ser jinan rûbirûyê rexne û gazinan dibû, herwiha çendîn car ji serok Barzanî hatiye pirsîn ka çima girîngî bi rola jinan nadin, bi derxistina vê biryarê jî ew telisim şikest û jinek dibe berpirsa liqê.’‘

Evîn Hirorî bûye berpirsa Liqa 25 a Sêmêlê ku ser bi Duhokê ve ye û dikeve navbera Zaxo û Duhokê, hejmara daniştvanên wê jî 160 hezar kes e.

Evîn Hirorî ji gundê Hiror ê navçeya Berwarî Bala ye, da zanîn ku hejmarek namzet hebûn bo wergirtina berpirsyariya Liqa 25ê û wiha axifî: ‘’Hemû namzet mêr bûn, tenê ez jin bûm, lê belê cenabê serok Barzanî bê dudilî ez pesend kirin.’‘

 

Di nav PDK’ê de hîç jinek nîne ku endamê polîtburoyê be û ji ber vêna jî gelek rexne li wê partîyê tên girtin ku wek pêwist rol nedaye jinan. Li ser vê mijarê jî Hirorî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Heta Kongreya 13’emîn tenê jinek li serkirdayetî hebû, lê di Kongreya 13’emîn de girêkek hat vekirin dema kota ji jinan re hat danîn, 6 jin bûn endamê serkirdayetî, niha jî rexne li PDKê tên girtin ka çima heta niha tu jinek nebûye endama polîtburoyê. (Basnews)

Back to top button