Polîtîk
Peywendiyên Kurdistan û Îranê nirxandin
Îro sêşem 18.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraq û şanda li gel kir.
Li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê guftûgo kirin û her dû alî li ser ewe hevrêbûn ku peywendiyên di navbera her dû aliyan li astekî baş daye û hêvî jî xwest ev peywendî pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û rewşa asayîşa Iraqê û bandorên wê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên cîranê Iraqê kirin.