Nivîsar

YNK ber bi ku diçe

Li Kurdistanê 5 mehan berê hilbijartin hat li darxistin. Hezar mixabin hîn meclîs neciviya ye û hikûmet ava nebûye. Partiya ku di demên bihurî de hikûmet bû (YNKê) di rewşek gelek xerab de ye.

Divê Meclîs  Bi Lezûbez Biciviya…

Li Başûrê Kurdistanê, pênc (5) mehan berê, di dema xwe de hilbijartina giştî hat li dar xistin. Qempenya ya hilbijartinê wek şolenek derbas bû.

Her partiyekê gelek bi azadî propagandaya xwe kir û xwepêşandanên xwe li dar xist.

Di kempenyaya hilbijartinê de Gelên Kurdistanê bi gelek xurtî û kîtlewî beşdarî xebata hilbijartinê bû.

Di hilbijartinê de di navbera dengdanan û partiyên siyasî de hîç pirsgirêkek pêk nehat. Azadiyên fikrî, xweîfadekirin û rêxistinîkirinê gorî qeyideyên demokrasiyê hatin meşandin.

Gorî çavnêr û dîplomatên siyasî yên dinyayê jî hilbijartin gelek serkeftî û demokratîk  hatin pejirandin.

Encamên derketin holê jî gorî sosyolojî û nexşa siyasî ya Kurdistanê, gelek xwezayî bûn. Her beşekî civakê û kêm neteweyan xwe di hilbijartinê de bi wesiteya partiyên xwe da temsîl kirin.

PDK, bû partiya yekemîn. Goran bû partiya duyemîn. YNKê bû partiya sêyemîn. Partiya Îslamî ya Yekgirtî ya Kurdistanê bû çaremîn. Komelaya Îslamî ya Kurdistanê bû pêncemîn. Partiya Komunîst ya Kurdistanê û partiyek İslamî ya din yek parlamenterek qezenç kirin. Kêmnetewe jî 11 parlamentêran tên temsîl kirin.

Diviya bû ku piştî hilbijartinê bi lezûbez meclîs bihata civandin.

Meclîs gorî edetên demokrasîyê diviya bû ku di bin serokatiyê endamê temenmezin de bihata civandin.

Hezar mixabin Meclîsa Kurdistanê hîn neciviya ye. Ew kêmasiyek mezin e. Piştî pênç mehan jî rewabûna meclîsê dikare bixe minaqeşe ye. Loma divê ev kêmasiya ji aliyê serokê Kurdistanê de bi lezî ji holê rabe.    

Gelo Li Kurdistanê Çima Hikûmet Ava Nabe ?

Piştî hilbijartinek serkeftî û demokratîk, min û gelek nivîskarên din jî diyar kirin ku ji bona Hikûmeta Kurdistanê ava bibe gelek alternatîf hene. Gorî bawerî û hesabên min, ji bona hîkûmet ava bibe 7-8 alternatîf hebûn.

Hîç şik tune ye ku ji bona ku hikûmeta ava bibe, partiya yekemîn ji hilbijartinê derketî, xwediye heq bû ku hikûmet ava bike. Loma jî, ji bona hikûmet avakirinê PDKê wezîfedar bû.

Piştî ku PDKê wezîfedar bû, dest bi xebata hikûmet avakirinê kir. Lê gorî baweriya min PDKê ji bona hikûmet ava bibe, gelek bi lez û gor berpirsiyariyek demokratîk kar nemeşand.

Loma jî 5 meh in ku hikûmet ava nebûye. Gor qeyideyên demokrasiyê dema ku PDKê di wextê de nikarî hikûmet ava bike, diviya bû ku GORAN ji bona ku hikûmetê ava bike wezîfedar û berpirsiyar bê tayîn kirin. Hezar mixabin heta îro ev yeka pêk nehat. Ew ji bona demokrasiya Kurdiatanê kemasiyek û zaefek mezin e.

Ev yeka elbet tê zanîn ku ji rastiyek derket holê. Ew jî, bê PDKê hikûmet avakirin ne mimkûn bû. Ez jî di wê bawerîyê de bûm. Lê dîsa jî diviya bû ku serokê Kurdistanê partiya duyemîn GORAN wezîfedar bikira ku hikûmet ava bike.

Hîç şik tûne ye ku ji bona hikûmet ava nebe gelek sedem hene. Sedema girîng jî partiyên derveyî PDKê ne. Lewra PDKê ji serî de û piştî hilbijarinê dema ku encamên hilbijartinê diyar bû, got ku ez amade me ku bi hemû partiyan re û di serî de jî YNKê re hikûmet ava bikim.

Hezar mixabin ji bona ku YNK ji hilbijartinê gelek bi birîn derketibû û şikest xwarû bû, cesaret nekir ku PDKê re hikûmet ava bike. Helwesta xwe gorî helwesta GORANê diyar kir. Yanî tirsiya ku ji derveyî GORAN bikeve hikûmetê. Lewra GORANê gelek bi xûrtî YNKê rexne dikir ku ew dûvikên PDKê ne.

GORANê jî di dema hikûmeta din de wezîfeyên girîng negirtibû ser milên xwe. Loma jî ne amade bû ku wezîfeya hikûmetê bigre ser milên xwe.

Partiyên îslamî jî bê YNKê û GORAN nefikirîn ku bi PDKê re hikûmet ava bike.

Lê divê her partiyek berpirsiyariya xwe bizane, ji bona ku hikûmet ava bibe, hewil bide. Heger hewil nadin, divê ji hikûmeta PDKê a kêm re piştgirî bikin.

Lê wûsda diyar e ku GORAN, ji bona hikûmetê xwe amade dike. Bi PDKê re jî di gelek xalan de jî li hev kiriye. Divê ev pêvajoya hîkûmetavakirinê zêde dirêj nebe, Dê zerarek mezin bide demokrasî û rejîma Kurdistanê.

Rewşa YNKê ne baş e…

YNKê xwediyê kevneşopiya jakoben, çep, stalînîst e. Loma zêde qiymet nedida demokrasiyê. Kongre jî,  ji bona xwe pêwîst nedidît. Celal Talabanî jî serokê wê yê gelek karîzmatîk, ronakbîr, radîkal bû.

Piştî ku Kurdistan ber bi azadiyê çû, YNKê biryar da ku bibe partiyek/rêxistinek demokrat a civakî. Encama vê biryara xwe jî serîlêdan ji Enternasyona Sosyal Demokrasiyê re kir.

Piştî demekê jî bû endamê enternasyonalê. Serokê YNKê Celal Talabanî jî bû cîgirê serokê enternasyonalê.

YNKê piştî biryar da ku bibe partiyek sosyal demokrasiyê, diviya bû ku gorî qeyide û pîvanên Enternasyola Sosyal Demokrasiyê jî xwe biguherita û xwe jinûve ava bikira. Hezar YNKê ev wezîfeya xwe pêk neanî.

Beriya vê çend salan jî, nebûna demokrasiyê ya di nav YNKê de û giredayî gendaliyê YNKê parçe bû, GORAN wek rêxistin di bin serokatiya Noşirvan Mistefa de hat organîze kirin. Di hilbijartina yekem de GORANê ji YNKê zêdetir deng wergirt.

YNKê her ku çû qels ket. Piştî ku Celal Takabanî nexweş ket, rewşa YNKê xerabtir bû.

YNKê, di hilbijartina dawî de darbeyeke mezin xwar. YNKê bû pariya sêyemîn û encamê vê jî ket nav krîzek û bûxranek gelek mezin. Ev bûxrana YNKê, her ku diçe kûr dibe.

YNKê nikarî ku di 31-ê meha çûyî de kongreya xwe jî lidarxe. Bes ji bona ku pirsgirêkên xwe çareser bike, sê cîgir (Hero Xan, Kosret Resûl, Berham Salih) hatin hilbijartin.

Lê wûsa xuya dike ku ev jî, ji bona YNBKê nebû derman.

Dûr nîne e ku YNKê di nav xwe dîsa parçe bibe. An jî grubek însan veqetin ji bona xwe partiyek nû ava bikin.

 

 

Îbrahîm Guclu

Amed, 12. 02. 2014

[email protected]

Back to top button