Polîtîk

Piştgiriya bangawaza serokê Herêma Kurdistanê dikin

Li Kurdistanê bi taybetî li Kurdistana Başurê, bûyer û pêşhatiyên baş û xirap li pey hev diqewîmin.Gelên Kurdistana Başur di encama rapirsiya giştî ya 25ê Îlonê vîn û îradeya xwe nişan da û bi rêjeya sedî da 92 deng ji bona bîrûrayê cihanê ragihand, ku dewleteka serbixwe dixwaze û ev yêka hanê bûye dilxweşiya hemû Kurdan li seranserê cîhanê.Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, carekê dinê piştgiriya xwe daxwaza gelê xwe li Kurdistana Başur radigihinin û her usa pîrozbayiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin, ku bê kêşe û problem rapirsiya gîştî encam daye.Le belê paş referandumê nahezên gelê Kurd, dijmine azadî û serxwebûna Kurdistanê dest bi kar kirin. Di bin koordînasyona Rejîma Cumhuriyeta Îranê da supayê Iraqê û Heşdî Şabî bi çekên Dewleta Yekbûyî ya Amerîka û li ber çavê hevpeymaniya navnetewî êrîş kirin ser navçeyên Kurdistanê bi taybetî Kerkukê yên ku nakokî lî ser wan heye û bi vî awayî rewşa herêmê aloztir kirin.Guman têda nîne, ku hêzên hanê ji xemsariya koalîsyonên navnetewî û xalên lawazên naxweyî ya Kurdistanê Başur jî îstafade kirin û her usa dewleta Tirkiyê jî alikariya wan kir ji bona cî be cî kirina planên hanê ya kirêt.PSK bang li Serokatiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê dike û jê dixwazê, ku xalên navxweyiya lawaz xurtir bikin û hewlên xwe bona yekxistina hêzên Peşmerge dezgeyên dewletî çirtir bikin.PSK bi tundî êrîşa Supayê Îraq û Heşdî Şabî û koordinatorê wan Rejîma İranê alikarıya dewleta Tirkiyê mehkum dıke.Divê ji bîra dewletên Iraq û Îran û Tirkiyê neçe, ku tevgera azadî û serbestiya Kurdistan bi taybetî Kurdistana Başur bi tank û top û bombe têk naçe. Dewleta hanê divê bizanin, vîna polayî ya gelên Kurdistana Başurê, ku bı rapirsiyê ilan kiriye, bi tund û tijiyê naşke.PSK her usa daxwaz ji hevpeymana nevnetewî û dewletên Rojava û Rusya dike, dengê xwe li hemberê êrîşên hanê bilind bikin û nahelin, ku Supayê Iraq û Heşdî Şabî bi çekên wan êrîşê Herêma Kurdistanê bikin û ji bona çareser kirina pirsgirêka hanê hewl bidin û alikariya xwe li Kurdistana Başurê zedetîr bikin.Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK pêşwaziyeka germ li bangawaza Serokê Herêma Kurdistanê dike û dengê xwe dixe pal dengê Serokê Herêm û ji Kurdên diyaspora bi taybetî heval û hogîrên xwe yên derweyê welat dixwaze ku dengê xwe li hember êrîşa supayê Iraq û Heşdî Şabî bilind bikin û zext li ser hikumatên Ewropa bikin, daku rêz li îradeya gelê Kurdistana Başur bigrin.PSK her usa bang li partî û rêxistinên siyasî, dezgeyên medenî û sexsiyetên welatparêzên Kurdistana Bakur dike, ku bona pêşîlêgirtina êrîşên hanê, piştgiriya birayên xwe yên Başur bikin û bona vê yekê destê xwe bidine hevdu.PSK banga hêzên demokrat û dezgeyên medenî a Tirkiye dike, ku li hemberê siyasta dewleta Tirk a derheqa Kurdistana Başurê derkevin û piştgiriya gelên Kurdistana Başurê bikin.PSK her usa banga hîkumeta AK Partî dike, ku dev jê siyaseta xwe ya çewt a Kurdistana Başurê berde û pêyvendiyên xwe ligel Hikumeta Kurdistana Başurê baştir bike.22 Cotmeh 2017Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button