Pispora amnesty di Konferansa Stockholmê de
Dezgeha Mafê Mirovan Amnesty International pisporê Pirsa Kurd Elizabeth Löfgren dişîne Konferansa Navnetewî ya Stockholmê li ser ”Rewşa Rojavayê Kurdistanê û zextên Rejîma Suriyê li ser Kurda”. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-CHAK ê ve tê organîzekirin û li ABF a Stockholmê di 12 sibata 2011 an, saet 12.00 pêk tê.
Li ser pirsê kordînatorên CHAK ê Azad Heyder û Gabar Çiyan wisa axifîn:
”Danûstandiniyê me, mîna bi tevayê dezgehên navnetewî yê mafê mirovan re heye, wisa bi Amnesty International jî berepêş diçe. Cihê kêfxweşiyê ye ku ji Amensty International-AI Elizabeth Löfgren beşdarî konferansa me dibe û hêviya me ew e ku, weke hercar hem dîtinên xwe bihêne zimên û ji bo heman dîtinê xebatê bike û em hevkariya xwe xurt bikin”…
EuroKurd News-CHAK Dokumentation Center